Dê TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê eşkere bike 2022-02-20 11:37:22     AMED -  TJA'yê wê deklarasyona xwe ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere bike. Beriya deklarasyonê jinan ligel dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” govend gerandin.   Tevgera Jinê Azad (TJA) wê li Hemama Devayê ya navçeya Sûrê ya Amedê Deklarasyona xwe ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê parve bike. Dê Berdevka Jinan a Partiye Herêmên Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Parlementera HDP’ê Remziye Tosun, Rêxistina bajêr a HDP ya Amedê û gelek jin beşdarî eşkekirina deklarasyonê bibin. Pankarta “Dem dema azadiya jinan e” hate vekirin.    Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdar bûn. Beriya deklarasyonê jinan ligel dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” govend gerandin. Li eywanê dîmenên rengîn derketîn holê.