Evîn Tiryakî: Divê stranên bi kurdî li her derê olan bidin 2022-02-20 09:03:32     Sema Çaglak    AMED - Mamosteya Akademîya Ma Mûzîkê Evîn Tiryakî , bal kişand  ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê. Evînê diyar kir ku divê Zimanê Kurdî bê fermîkirin û stranên bi kurdî li her derê olan bidin.”    Di 21’ê Sibatê sala 1952’an de ji ber ku Pakistanê Zimanê Urdu li Bangladeşiyan ferz kir xwendekarên Bangladaşê ji bo fermîkirina zimanê dayikê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de li gorî hejmarên fermî di navbera 11 û 12'an de kes hatin kuştin. Piştî vê bûyerê bi salan di 1999’an de Rêxistina Perwerdeya, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyê ji bo pêşî li ber windabûna zimanan bigire, 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ragihand.  Bi minasebeta vê rojê mamosteya Ma Muzîkê Evîn Tiryakî axivî.   ‘Ji bo parastina zimanê çand û huner xalekê girîng e’   Evîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 21 ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û destnîşan kir ku divê her netew bi ziman û çanda xwe perwerdehiyê bibîne. Evîn, wiha axivî: “Di esasê xwe de ev roj, roja têkoşîna li dijî zext û qedexeyên li pêşîya zimanan e. Her netew, bi zimanê xwe heye. Bi taybetî Gelê Kurd ji bo zimanê xwe gelek têkoşîn daye. Lê li gel vê têkoşînê jî kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin û qedexe ye. Îro em dibinînin ku kurd bi zor û zehmetî bi îmkanên xwe perwerde dibînin. Pêşketina çand û hunerê jî girêdayî zimanê dayikê  ye û ji bo parastina ziman jî girîng e. Ne tenê muzîka kurdî her xebata ku bi zimanê kurdî tê kirin girîng e. Em jî li Amedê xebatên xwe bi pêşxistina muzîka kurdî dimeşînin û bêguman xebatên me ji aliyê civakê ve jî bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin. Lê, ji ber ku em piraniya xebatên xwe li ser zarokan dimeşînin herî zêde jî li ser zarokan bandorek erenî dikin.”   ‘Li dijî êrîş û zexta li ser zimanê têkoşînek mezin heye’   Evîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zext û zordariya li ser ziman, çand û hunera kurdî û wiha dirêjî da axafitna xwe: “ Baş tê zanîn ku bi salan e êrîş û zextek mezin li ser zimanê kurdî hene. Hertim bi astengî, qedexekirin û bi polîtîkayên bişaftinê re rûbirû maye û hê jî ev polîtîka tên berdewamkirin. Zimanê kurdî nayê fermîkirin û perwerdehiya bi vî zimanî nayê qebûlkirin. Lê li gel van zext û zoariyan jî têkoşînek heye. Di vê çarçoveyê de armanca me ya ji bo parastina ziman diyar e û hewldanên bi vî şiklî ji bo Zimanê Kurdî wê gavên serkeftî bi xwe re bînin. Herî dawî me xebatên xwe bi rojên Ma Mûzîkê yên ji bo zarokan ku li dar xistin berdewam kirin. Ev xebata me gelek baş bû. Ji ber ku ev demek dirêj bû hem ji ber pandemiyê û hem jî di warê pêşxisitna projeyan de xebatên me kêm mabûn.   Lê bi rojên Ma Muzîkê re zarok û malbat gelek kêfxweş bûn. Me bi vê projeye armanca xebatên xwe yên ji bo zarokan ji malbat û civakê diyar kirin.”   ‘Malbatên dixwazin zarokên wan bi çand û zimanê xwe bigihên’   Evîn, behsa Zarok Ma yê ku bi armanca perwerdehiya muzika kurdî ya ji bo zarokan dixebite kir û ev tişt got: “Gava ku zarok li Zarok Ma yê  perwerdehiyê dibînin xwe aîdê çand û hunera xwe dibînin. Di destpêkê de dikarim bibêjim ku ev sazî me bi serê xwe venekiriye li ser daxwaza malbatan hatiye vekirin. Malbat li gel zarokên xwe bi kêfxweşiyeke mezin tên saziyê. Malbat dixwazin zarokên wan bi çand û zimanê kurdî mezin bibin. Em pêvajoya qeyûmê hemû dizanin ku çawa êrîşê li dijî deskeftiyên çand û zimanê kirin. Her saziyê me ku aliyê çand û hunerê de xebatan birêve dibir bi destê qeyûmê hate girtin. ji ber vê yekê ev sazîyê me bi derfetên xwe û bi piştgiriya gelê xwe vekir. Herî zêde jî malbat piştgirî dan me.”    ‘Divê muzîka kurdî li her derê be’   Evîn, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ew ê ku her mirov bi ziman û çanda xwe bijîn û mezin bibin. Çand û hunera ku ji bapîr û dapîrên me maye  bigihêjînin nifşên nû. Em naxwazin ew çand winda bibe. Em encama xebatên xwe jî wiha dinirxînin. Zarok Ma jî encama wan hexebatên me ye. Li cîhanê mînakek bi vî rengî nîne ku malbat bi xwe jî perwerdehiyê ligel zarokên xwe  dibînin.  Bi minasebeta 21’ê Sîbatê Roja Zizmanê Dayikê dixwazim bibêjim ku bila tenê di rojên taybet de girîngî ji bo zimanê kurdî neyê dayîn û bila her roj girîngî bê dayîn.  Divê Zimanê Kurdî bê fermîkirin û stranên kurdî li her derê olan bidin.”