ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-20 09:00:00     *Mamosteya Akademîya Ma Mûzîkê Evîn Tiryakî , bal kişand  ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê. Evînê diyar kir ku divê Zimanê Kurdî bê fermîkirin û stranên bi kurdî li her derê olan bidin.”   *Jinan bertek nîşanê buhabûnê dan û gotin: “Em dibêjin belkî li bazaran buhabûn hinek kêm be lê her tişt pir bihaye. Em destvala vedigerin malên xwe.” BI DÎMEN    *Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum raporên ATK’ê yên demên dawî de der barê jinên întîxar dikin de, amade dike nirxand û da zanîn ku serdestiya mêr bandor li ser raporan dike û raporên ATK’ê jî wek daxistina tahrîkê mêran xurt dike. BI DÎMEN    *Ziman hîmê bingehîn ê civakê  ye û her civak bi zimanê xwe heye. Zimanê civakê nasnameya civakê ye.  Hemû netew bi erdnîgarî çand, dîrok û wêjeya xwe tên nasîn lê dema ku ziman nebe tu nikarî van biparêzî,  bi pêşve bibî û ji nifşên nû re ragihînî. JI PÊNÛSA JINÊ   *Em li dijî çend saet girtina du rojnamgerên li Stenbolê, bi hev re ‘ji rojnamegeran re azadî’ biqîrin jî, heta em binçavkirina bi rojan a du rojnamegerên kurd nekin rojev wê çapemenî azad nebe. MEDYA KRÎTÎK