Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya Wanê 69 roj in didome 2022-02-19 16:44:54   WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê 69 roj in didome. Hiqûqnasên ku serdana nobetê kirin bangewaziya serbestberdana girtiyên nexweş kirin.    Çalakiya 'Nobeta Edaletê' malbatên girtiyan a li Baroya Wanê hatî destpêkirin 69 roj in didome. Malbat li dijî binpêkirina mafên girtiyan, li dijî betalkirina înfazan û ji bo serbestberdana girtiyên nexweş dest bi çalakiyê kiribûn. Hevjîna Îbrahîm Alkan (68) ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiyê Dîlşah Alkan, bavê Botan Tîmur ê 6 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiye Kazim Tîmur çalakiya îro domandin. Nûrenên herêmê û endamên Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) serdana nobetê kirin.    Mehtap Işik a ku endama OHD'ê ya Wanê ye bal kişand ser girîngiya nobetê û got: "Nobeta edaletê niha li çend bajarên din hatine destpêkirin. Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hine. Em banga serbestberdana nexweşên giran dikin. Her wiha em piştgiriyê didin çalakiyê. Em îro hatin li vir û em guhdariya daxwazên malbatan dikin. Îro çi bikeve ser milê me em ê bikin."