Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 9 jin hatin binçavkirin 2022-02-19 16:34:10   ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê beriya 8'ê Adarê xwest li ber Şaredariya Çankayayê daxiyaniyek bide lê bi êrişa polîsan re rûbirû ma û 9 jin hatin binçavkirin.    Platforma Jinan a Enqerê beriya çalakiyên 8'ê Adarê xwestin li ber Şaredariya Çankayayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Şaredarî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya ku dixwast li ber şaredariyê kom bibin hatin astengkirin.    Jinên ku bi zorê ji qadê hatin dûrxistin bertek nîşan dan û berê xwe dan cadeya Konur e. Polîsan li vir êrişê jinan kir. Welatiyên derdorê bertek nîşanî êrişên polîsan da. Kesên ku bertek nîşan dan jî lêdan xwar. Li cadeya Konurê Fatma Kiliçarslan, Buse Uçer, Aysun Gençtanir di nav de bi tevahî 9 jin bi lêdanê hatin binçavkirin.     Jinan daxuyaniya ku bihata dayîn ji çapemeniyê re şand û bertek nîşanî êrişê dan. Di daxuyaniyê de jinan banga tevlîbûna çalakiyên 8'ê Adarê kir û got: "Em kolan û qadan terk nakin. Em ê li dijî şîdeta mêr û dewletê, li dijî xizaniyê dê di 8'ê Adarê de li qadan bin. Em wek jinên li Enqerê dijîn di 6'ê Adarê de di saet 14'an de li Qada Tandoganê bicivin."