Bi çalakiyên xwe xwedî li Semra Guzel derketin 2022-02-19 16:15:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara betalkirina parlamenteriyê ya Semra Guzel li gelek navendan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Parastina Semra parastina siyasetkirina jinan û têkoşîna wan e."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), biryara Komîsyona Tevlîhev a rakirina destnedayîna Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel li gelek bajaran şermezar kirin.    Edene   Meclisa Jinan a HDP'ê ya Edenê jî li avahiya HDP'ê ya Bajar daxuyanî da. Gelek jinên TJA, DBP û EMEP'î jî piştigirî dan daxuyaniyê. Hevseroka HDP'ê ya Bajar a Edenê Helîn Kaya, diyar kir Guzel vîna wan e û bi biryara rakirina destnedayîna Guzel vîna jinan tune hatiye hesibandin.     Riha   Meclisa Jinan a HDP'ê ya Rihayê, li avahiya HDP'ê ya Rihayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Bajar Ayşe Surucu û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, diyar kir ku êrişa li vîna jinan û gelan hatiye kirin wê pêşiya wan negire.    Meletî, Hatay û Mêrdîn    Bi heman armancî li Meletî, Hatay û Mêrdînê jî ji aliyê jian ve daxuyanî hatin dayîn û rakirina destnedayîna Semra Guzel hat şermezarkirin.    Hevseroka HDP'ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya, diyar kir ku Parastina Semra Guzel parastina siyasetkirina jinan û têkoşîna wan e.