Meclîsa Jinan a HDP'ê bi hiqûqnasan re civiya 2022-02-19 15:49:17   AMED - Meclîsa Jinan a HDP'ê li Amedê bi hiqûqnasan re derbarê binpêkirina mafên girtiyan de civînek li dar xist.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê li Sûra Amedê ji bo girtiyên jin bi hiqûqnasên jin re civîna çapemeniyê li dar xist. Di salona civînê de pankarta “Li dijî binpêkirina mafên girtiyan em bi hiqûqnasan re dicivin" hat daliqandin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy û endamên Komeleya Jinan a Rosayê tevlî civînê bûn.    Di civînê de endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gulcîhan Şîmşek axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyên jin û got: "Em dixwazin îro nîqaşên berfireh bikin. Em ê li ser rê û rêbazên têkoşînê rawestin."   Ayşe Acar Başaran, jî di civînê de bal kişand ser kampanyaya "Ji bo jinan edalet" a ku di 10'ê sibata 2021'ê de hatî destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Li vî welatî peyva edalet û jin tu carî nehatiye cem hev. Kuştina jinan, betalkirina Peymana Stenbolê, nîqaşên li ser nafakayê û êrişên li ser pergala hevserokatiyê. 30 sal cezayê ku li Ayşe Gokkan hatî birîn û 22 sal cezayê ku dan Leyla Guven. Mirov dikare Garîbe Gezer ji bo rewşa girtîgehan wek mînak nîşan bide. Helwesta ATK'ê ya li hemberî Aysel Tugluk. Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş di xeterê de ne. Bi taybetî jinên ku bi nexweşiya penceşêra memikan û malzarokê dikevin nikarin tedawî bibin. Em îro dixwazin hemû mijaran li vir nîqaş bikin."    Civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.