Lindsey German: Divê kampanyayên ji bo Abdullah Ocalan bên mezinkirin 2022-02-19 14:54:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Damezrînera ‘Kaolîsyona Şer Rawestîne’ Lindsey German, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Erka me ya sereke ew e ku em zext û binpêkirinên mafê mirovan ên li ser Gelê Kurd bixin rojevê. Ji bo serbest berdana Ocalan çi ji destê me were divê em bikin. Kampanyayên heyî divê bên berdewamkirin û mezikirin."    Yek ji damezrînera Koalîsyona Şer Rawestîne (Stop the War Calition) û dijbera şer Lindsey German ku ji nêz ve bi doza Gelê Kurd dişopîne, tevlî bernameya ‘Avrupa Gundemi’ ya televîzyona Medya Haber bû û pirsên rojnamevan  Erem Kansoy ên derbarê sedema tecrîd û dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bêdengiya welatên Ewropayê ya li beramber pêkanînên Tirkiyeyê bersivand.   ‘Şertên ku Ocalan di nav de nayê qebûlkirin'    Lindsey, wiha bal kişand ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan: "Tecrîda demdirêje li ser Ocalan tê meşandin, bi ti awayî nayê qebûlkirin û nîqaşa vêya jî nabe. Em weke dewletên Rojavayî dibêjin, xwediyê îdeolojiyekin ku mafê mirovan diparêzin, lê di vê mijarê de em gelek hilbijartî (cîhêkar) nêz dibin! Dema Ocalan û bi giştî jî Gelê Kurd dibin mijara gotinê, xemgînim lê Brîtanya û welatên din ên Rojavayî pêkanînên Tirkiye pesend dikin. Ez pir zelal û eşkere dibêjim, divê Ocalan êdî girtî nemîne û neyê tecrîd kirin. Ev tecrîd ne tenê di warê mafên sivîl de, wê tendûristiya wî jî neyînî bandor bike. Şertên ku Ocalan di navê de tên girtin, nayê qebûlkirin.”   ‘Tecrîda li ser Ocalan siyasî ye'    Lindsey, da zanîn kurd bûne qûrbanên siyaseta navnetewî û wiha pêde çû: “Sedema PKK’ê xistina lîsteya ‘Rêxistinên qedexekirî’ û bi israr di lîsteyê de hiştin, her wiha tecrîda li ser Ocalan, bi temamî siyasî ye. Ji Hîndîstanê heya Îrlandayê li her derê cîhanê mirov mafên xwe yên netewî diparêzin, lê vêya terorîze dikin. Weke qurbanên siyasetên navnetewî û peywendiyên navnetewî kurd zêdeyî sed sale ji bo axa xwe şer dikin. Di rastiyê de Ocalan li dijî tohmetên terorîzekirinê karî xwe bi pir baş biparêze. Sedemên berdewamkirina pirsgirêka kurd baş dizane û têkoşîna li hember vêya jî dewam dike. Weke nimûne Ocalan dikarî li Amsterdamê axaftin bike, lê li Tirkiyeyê hate zîndanîkirin û bi salaye tê tecrîdkirin.”   ‘Peywendiyên li ser berjewendiyan...'    Lindsey German, daxuyand ku herçend welatên Rojava û bi taybet jî Ewropa îddîa dikin mafê mirovan diparêzin jî, lê pêkanînên dijî Ocalan û Gelê Kurd ji nedîtî ve tên û têkildarî mijarê ev tespît kir: “Bi vê komployê xwestin fikrên Ocalan û PKK’ê negihijin girseyeke mezin. Awrûpa xwe weke pêkhateyeke lîberal a mafê mirovan diparêze pênase dike, lê em dibînin li beramber vê rewşê û gelek rewşên din ên dirûv mafê mirovan ji nedîtîve tê. Eger hûn behsa mafê mirovan dikin, wê demê divê hun ji bo Ocalan dengê xwe bilind bikin û bêjin, divê Ocalan serbest were berdan. Divê hûn bêjin, 23’ê sal in girtiye, nabe hûn ji vêya şûn ve digirtîgehê de bigirin. Yekîtiya Ewropa û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di vê mijarê de tiştek nakin. Sedema vê jî peywendiyên wan ên li ser esasê berjewendiyane.”   ‘Em ê her tim li cem Gelê Kurd bin'    Damezrînera Koalîsyona Şer Rawestîne Lindsey, wiha bal kişand ser xebat û kampanyayên ku hatî destpêkirin: "Erka me ya sereke ew e ku em zext û binpêkirinên mafê mirovan ên li ser gelê Kurd bixin rojevê. Bi dehan saziyên lêkolînkirina binpêkirinan li Ewropayê hene, lê nakevin tevgerê. Ev jî hinekî girêdayî me dimîne. Divê em kampanya û xebatên xwe mezintir bikin, ji bo ev sazî bikevin tevgerê jî zext zêde bikin. Weke koalîsyona Şer Rawestîne me karîbû vêya serbixin û timî li cem Gelê Kurd û rêxistinên kurd bin.”   ‘CPT lawaz e'    Lindsey German daxuyakirin, siyaseta navnetewî rê nade saziyên eleqederê mijarê wezîfeyên xwe pêkbînin û wiha axivî: “Daxuyanî û rexneyên CPT gelek lawaz û kêm e. Dema van mijaran lêkolîn dikin, dibînin ku siyasetên navnetewî astengin. Yên naxwazin Tirkiye bikeve Yekîtiya Ewropa pêkanînên Tirkiyeyê bi awayeke eşkere dibêjin, lê yên alîgirin Tirkiye tevlî YE bibe tawanên Tirkiyeyê ji nedîtîve tên. Lewma ev mijar pêwîste ji qada berjewendiyên siyasî bên derxistin û çareseriyeke  siyasî jêre were dîtin.”   ‘Divê ji bo Ocalan çi ji destê me bê were kirin’   Lindsey, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd di gelek qadan de bi sala ne bi awayeke wêrek şer dike. Mafê Gelê Kurd e Rêveberiyên Xwe yên Xweser çêbikin, xwe rêve bibin, bi zimanê xwe biaxivin. Eger Gelê Kurd têkoşîn nekiriba û xebatên Kurdên li Brîtanyayê neba, wê ti agahiyek derbarê kurdan de neba. Bi dîtina min divê em xwe li ser serbestberdana Ocalan kilît bikin. Ji ber ew di nava Tevgera Kurd de yê herî zêde tê zanîn, nasnameya herî girîng a siyasî temsîl dike. Divê destûr ji zîndanîkirina Ocalan re neyê dayîn. Ez dibêjim, em kampanyayê xwe dewam bikin, rêxistinkirinên xwe dewam bikin, ji bo serbest berdana Ocalan çi ji destê me were em bikin.”