'Parastina Semrayê tê wateya parastina têkoşîna jinê' 2022-02-19 14:08:58   STENBOL - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê û TJA, li dijî betalkirina parlamenteriya Semra Guzel li Stenbolê daxuyaniyek dan û gotin: "Parastina Semrayê tê wateya parastina têkoşîna jinê û siyaseta jinê ye."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê derbarê biryara ku ji bo parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel de hat dayîn daxuyaniyek da çapemeniyê. Jinan li ber avahiya HDP'ê ya Beyogluya Stenbolê kom bûn. Aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endamên Komeleya Dema Jinê, parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, hevseroka HDP'ê ya bajarê Stenbolê Îlknur Bîrol, hevseroka SYKP'Ê ya Stenbolê Gurşenay Dalveren tevlî daxuyaniyê bûn.    Li cihê ku daxuyanî bê dayîn ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di çalakiyê de pankarta "Semra Guzel vîna jinê ye" hat vekirin û dirûşmên wekî "Semra Guzel vîna me ye", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxedana jinan" hat berz kirin.    Parlamenter Zuleyha Gulum di axaftina xwe de bal kişand ser zext û zordariya li hemberî HDP'ê û got: "Em ê bi ser kevin, em ê bi hev re têbikoşin û dê tifaqa demokrasiyê ser bi keve."   Metna daxuyaniyê ji hêla berdeva Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê Dîlek Ozer ve hat xwendin û wiha hat diyar kirin: "Bi hevkariya dewlet, îqtîdara siyasî û daraza mêr lîstîkek hat amadekirin lê divê bê zanîn ku jin êdî nakevin wan kemînan. Semra Guzel parlamenter e û vîna jinê ye. Têkoşera azadiya jinê ye." Parastina Semrayê tê wateya parastina têkoşîna jinê û siyaseta jinê ye. Ev êriş li hemberî têkoşîna me nabe asteng."   Daxuyanî bi dirûşma "Semra Guzel vîna me ye" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.