Çalakiyên 21'ê Sibatê diyarî Îpek Ateş kirin 2022-02-19 10:39:39   RIHA - Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Baroya Rihayê, çalakiyên 21'ê Sibatê diyarî Îpek Ateş kirin.    Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Baroya Rihayê bernameyên xwe çalakiyê aşkera kir.    Di çarçoveya bernameyê de dê 21'ê Sibatê li ber avahiya Baroya Rihayê daxuyaniyek bê dayîn. Di 22'yê sibatê de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî fîlma derhêner Alî Kemal Çinar  a Arada (2018) bê nîşandan. Di 23'yê sibatê dîwana dengbêjan bê lidarxistin û di 25'ê sibatê de jî şanoya bi kurdî "Ji Akademiyê re Raporek" yê Tuncay Ozel bê nîşandan.    Komîsyona ziman, diyar kir ku dê hemû çalakiyên xwe diyarî Îpek Ateş bikin.   Di darbeya leşkerî ya 12’yê îlonê de kurê Îpek Elmas, Kamber Ateş tê girtin. Gotina ‘Kamber Ateş Nasilsin?’ aydê Îpek Elmas ya ku yek gotinek tirkî nizane ye, rojên borî jiyana xwe ji dest da.