Parêzer Adîle Salman: Divê Semîre Dîrekçî demildest bê berdan 2022-02-19 09:02:18   Derya Ren   AMED - Semîre Dîrekçî ya di lîsteya girtiyên nexweşên giran de cih digire divê demildest bê tehliyekirin. Parêzera wê Adîle Salman got rewşa wê her diçe giran dibe û 25 sal in girtiye di vê pêvajoyê de 8 caran emeliyet bûye. Adîleyê got ji ber şertên girtîgehê rewşa wê roj bi roj giran dibe.   Li gorî daneyên ÎHD’ê hezar û 605 girtiyên nexweş ên giran hene û divê bên tehliyekirin. Lê bi raporên ATK’ê tehliyekirina girtiyan tê astengkirin. Malbatên girtiyan li dijî vê li Amed, Wan û Stenbolê çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ dan destpêkirin û di 4’ê Çileyê de jî li Enqereyê hat destpêkirin. Malbatan  dosyayek ji 11 rûpel û 6 sernavan pêk tê pêşkêşî partiyên siyasî û STK’yan kir. Di dosyayê de lîsteya 38 girtiyê nexweş ên divê demildest bên berdan hebû. Yek ji van girtiyên nexweş a giran Semîre Dîrekçî ye.   Parêzera Semîreyê, Adîle Salman der barê mijarê de axivî.   ‘Rewşa girtiyan giran dibe’   Adîleyê da zanîn ku girtî di mijara xwegîhandina xizmetên tenduristiyê û sewqkirinan de pirsgirêkên cidî dijîn û her wiha bi kêfî kelepçe tê ferzkirin, dermankirina bi kelepçe tê ferzkirin piştî vegera ji nexweşxaneyê 14 roj karantîna û her wiha bi kêfî karantîna tê dirêjkirin. Adîleyê wiha bi lêv kir: “ Odeyên karantînayê ne paqij in. Girtî ji ber ê naxwazin biçin nexweşxaneyê û dermankirina xwe taloq dikin. Ji ber şertên ne hijyen rewşa girtiyan giran dibe. Girtiyên nexweş pirsgirêkên lêgerîna şexsî û tedbîrên parastinê dijîn. Ji ber xwarinên ne baş, bê vîtamînbûn û qirêjiyê hemû girtî bi pirsgirêkan dijîn. Bi çavan re pirsgirêk, têkçûna pergala xweparastinê, nexweşiyên şewbê û weşîna por, xwînîbûn, birînî û şikestina neynûkan dijîn”   ‘Xwarinên ne baş didin’   Adîleyê daxuyakirin ku aşiyên grîp, hepatît B, tetanosê qet nayên kirin û girtiyên vejeteryan jî derfetên wan ên xwarinan tercih bikin tune û ji ber kêmasiya vîtanmînan nexweşî dertên holê.   Adîleyê balkişand ser rewşa Semîre Dîrekçî ya 25 sal in girtiye û got: “Semîreyê 20 salî tê girtin û nexweşiya wê li girtîgehê dertê holê. Di 25 salan de 8 caran emeliyet bûye. Di du salên dawî de sê caran roviyên wê li hev geriyane û xitimîn. Her wiha nexweşiya tansiyona bilind, xerabûna rîtma dil, mîgren, guatr, alerjiyê jî heye. Di malzaroka wê de kîst heye. Fitiqa stû heye. Bijîşkan gotiye 28 rojan carê divê derzî lê bê xistin. Ji ber dermankirina wê baş nehatiye kirin çavên wê yê rastê ji sedî 95 winda bûye. Divê Semîre xwarinên hişk nexwe. Divê tiştên avî bi baldarî bixwî. Tevî vê dîsa roviyên wê dixitimin. Şorbeya di menuyê de amade ye. Ew jî ne baş in. Divê ispenak, pirpar, cureyên şorbeyê vexwe lê mixabin ev tune ye.”   ‘Di şertên giran de ma’   Adîleyê got dema Semîreyê radikin beşa lezgîn a nexweşxaneyê piştî rontgen, xwîn, îdrarê dikin odeya çavdêriyê û got: “Dema razandina wê dikin jî dikin qawişa girtiyên li nexweşxaneyê. Li nexweşxaneya Lêkolîna Perwerde ya Gazî Yaşargîl a Amedê li qawişa girtiyan tê kirin. Ev qawiş jî bi morgê ve ye, paceya wê tune ye.  Klozet, serşo, lavabo ligel hev in. Semîreyê ji ber van şertan nexwestiye dermankirina wê temam bibe û derketiye.”    ‘Divê rojê sê saetan razê’   Adîleyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Semîre du caran di beşa giran de maye û di vê pêvajoyê de destên wê hatine kelepçekirin û herî dawî sê meh berê di beşa giran de maye û wiha dawî le anî: “Şertên qawişa girtiyan ya fakulteyê li gorî şertên nexweşxaneya lêkolînê baştir in. Lê nexweşxaneya lêkolînê tevî rîska jiyanê ya girtî sewqî fakulteyê nake. Red dike. Dema li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê emeliyat bû, ji ber di hesabê wê de pere tunebû nikaribû av jî vexwara û ava malbatê ji derve anîne jî qebûl nekirin. Li aliyê din divê Semîre rojê sê saetan bimeşe. Ji bo vê divê qada jiyana wê berfireh be. Ji bo guherîna odeyê ji ber vê sedemê serlêdan kiriye lê bi biryara lijneya şopandinê ev hatiye redkirin. Divê Semîre demildest şert û mercên wê li ber çavan bê girtin û bê tehliyekirin.”