ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-19 09:00:00   *Semîre Dîrekçî ya di lîsteya girtiyên nexweşên giran de cih digire divê demildest bê tehliyekirin. Parêzera wê Adîle Salman got rewşa wê her diçe giran dibe û 25 sal in girtiye di vê pêvajoyê de 8 caran emeliyet bûye. Adîleyê got ji ber şertên girtîgehê rewşa wê roj bi roj giran dibe.   *Jinan bertek nîşanê rapora ATK’ê ya der barê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de ku gotin ‘dikare girtî bimîne’ dan û diyar kirin ku biryar siyasî ye û siyaseta nefretê tê meşandin. Jinan dan zanîn ku divê demildest ji bo girtiyên nexweş û Ayselê her kes bikeve nava tevgerê. DÎMEN HEYE   *Dengbêj Xalîde gel, ziman û çand bi hişmendiya jinê şîn kir û dibêje: "Ez dixwazim bi jinên Afrîkaye rê re stranên Afrîkayîyan bi jinên wir re vebêjim. Dixwazim bi jinên Fransî re stranên wan bêjim. Bila ew jî stranên kurd bêjin. Xeyala min ev e ku bi jinên din re di arenaya muzîkê de muzîka kurdî bikim.” BI DÎMEN   *Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray têkildarê 21’ê Sibatê bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê û got: “Li ser vê axê 33 ziman hebûn û niha tene zimanê tirkî tê ferzkirin. Hemû ziman li ber tunebûnê ne û yek ji van zimanan jî zimanê kurdî ye.” BI DÎMEN    * TJA, derbarê rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel de li ber avahiya HDP'ê ya Cizîrê daxuyanî tê dayîn. (11.00) BI DÎMEN    * Komeleya Çan û Ziman a Birca Belek, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê dê li Komeya xwe daxuyaniyê bide.  (14.00) BI DÎMEN