Li bazarê etîket û berdilkên 'Bi kurdî dijîm' hatin belavkirin 2022-02-18 16:43:11   AMED - MED-DER’ê di çarçoveya xebatên 21’ê Sibatê ku wê heftiyekê berdewam bike li Bazara Înê ya Peyasê etiket û berdilkên ku li ser “Bi kurdî dijîm” dinivîsin belav kirin.   Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de xebatên xwe berdewam dike. Di çarçoveya xebatan de li Bazara Înê ya navçeya Peyasa Amedê etîketên sebze û fêkiyan ên bi bi kurdî hatin nivîsandin û her wiha berdilkên bazarê yên ku li ser “Bi kurdî dijîm” dinivîsî li kedkarên bazarê belavkirin.    Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî jî têkildarê xebatan wiha axivîn: “Li bazarê em dixwazin zimanê aborî ya bi kurdî pêşbikeve. Me ji ber vê sedemê etîketên bi kurdî amade kir. Daxwaza gel jî di vî alî de ye û em jî di xizmetê didin civakê. Armanca me ev e ku bila zimanê kurdî bibe zimanê bazar û kolanê.”   Piştî daxuyaniyê etîket û berdilk li bazarê hatin belavkirin. Kedkarên jin û mêr ên li bazarê bi kêfxweşî komê pêşwazî kirin û ji bo xebatê spasiyên xwe pêşkeş kirin.