'Nobeta Edaletê' ya Îzmîrê: Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan 2022-02-18 16:09:15   ÎZMÎR - Di çalakiya "Nobeta Edalatê" ya li Îzmîrê de bangewaziya serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin û wiha hat gotin: "Divê Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Em banga li dayikan dikin ku bila xwedî li zarokên xwe derkevin."    Malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê çalakiya "Nobeta Edaletê" li dar xistin û çalakiya malbatan 5 roj in didome. Malbatên girtiyan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin.    Hevjîna Abdulbahrî Yildirim ê ku li girtîgeha Şakranê girtiyê nexweşiyên wî yên wekî astima kronîk, fetika pişt û guatir heyî Hanîm Yildirim, di çalakiya îro de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan. Hanim wiha axivî: "Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û li malê bên tedawîkirin. Hevjînê min 29 sal in girtî ye. Li girtîgehê emeliyat bû. Em dixwazin dema cezayê wî xilas bû bila bê berdan. Divê tedawî bibe û lê niha di hicreyê de tê girtin. Bi hinceta pandemiyê di karantinayê de ma û ev tişt bandoreke neyînî li ser tenduristiya wî kir. Em carek din banga serbestberdana hemû girtiyên nexweş dikim û bila girtiyên ku cezayên wan xilas bûn bila bên berdan."   Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklarê girtiyê Sultan Yagmekan jî da zanîn ku li girtîgehan zilm heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin zilma heyî bi dawî bibe. Em ji bo pêkanîna edaletê li vir in. Girtiyên ku di nav çalakiyên birçîbûnê de bûn şandin koguşên din. Xastin têkiliyan qut bikin. Zilmê li me û zarokên me dikin. Gelo heta kengê ev zilm bidome? Em daxwaza berdana zarokên xwe dikin."    Sultan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa tenduristiya Aysel Tugluk û got: "Divê Aysel Tugluk bê berdan. Li hemberî girtiyan siyaseteke dijminatiyê tê meşandin. Girtî bi mirinê re rûbirû tê hiştin. Lê belê em mafdar in, em vî zilmê qebûl nakin. Çima înfazên girtiyan tê betalkirin. Em li vir bang li hemû dayikan dikin ku bila xwedî li zarokên xwe derkevin."