Dê sibê li Amedê şahiya ziman bê lidarxistin 2022-02-18 15:39:25   AMED - MED-DER'ê dê sibê di çarçoveya bernameya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê şahiya ziman li dar bixe.   19'ê sibatê ango sibê, dê bi pêşengî û hevkariya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Wêjekarên Kurd, li Eywana Dawetê ya Demîrok a li kolana Îstasyonê ya Yenîşehir a Amedê, di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bi beşdariya tevahiya saziyên sivîl û pêkhateyên bajêr dê şahiya ziman bê lidarxistin.    MED-DER’ê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ji bo beşdariya şahiyê bangawazî kir û ew tişt parve kir: “Em ê bi sedema 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê şahiyekê li dar bixin. Di serî de dayik û bav, saziyên sivîl û demokratîk, gelê me yê dildar û dilsozê zimanê kurdî ji heft, heta heftê salî vexwendiyê şahiya me ye.”