Platforma Jinan a 8'ê Adarê: Em hemû jinan vedixînin çalakiyan 2022-02-18 13:05:07   STENBOL - Platforma Jinan a 8'ê Adarê, bi dirûşma "Em têkoşîna li dijî xizanî, tundî, kolonyalîzmê mezin dikin! "Hêza me ya guhertinê heye" bang li hemû jinan kir ku tevşoi  "Hevdîtina Jinan a Mezin" ya ku wê di 6'ê Adarê saet 13.30'an de li Kadikoyê bê lidarxistin bibin.   Platforma jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Jinan diyar kir ku ew ê di vê 8'ê Adarê de bi dirûşma“ Em têkoşîna li dijî xizanî, tundî û kolonyalîzmê mezin dikin! Hêza me ya guhertinê heye," li qadan bin. Di civîna ku tevî endamên platformê, gelek saziyên jinan jî tevli bûn pankarta "Em li dijî xizanî, tundî û kolonyalîzmê têkoşînê mezin dikin" hat vekirin.   'Em berxwedan û têkoşîna xwe mezin dikin'   Endama Mor Solidarity Ezgî Gûrer ku li ser navê platformê metnê daxuyaniyê xwend, diyar kir ku îqtîdar dixwaze barê giran ê xitimîna aborî û siyasî li ser milên jinan bar bikin. Ezgî, anî ziman ku qeyrana aborî kûrtir bûye û xizaniya jinan zêde bûye û got:" Îqtîdara mêr ku çav bera jiyana me daye û dixwaze me hepsî nav dîwaran bike her ku diçe tundiya li ser jinan zêde dike. Bi qeyarana aborî re ku herî zêde bandora xwe li ser jinan dike êdî em nemadikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî bistînin.." Ezgî da zanîn ku li hemberî van hemû zext û polîtîkayên krîzê jin tiştên ku herî baş dizanin dikin û hevgirtin û têkoşîna xwe mezin dikin.   'Em di 6'ê Adarê de li Kadikoyê ne'   Ezgî destnîşan kir ku hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn her tim bi tundî û gefan re rû bi rû ne û destnîşan kir ku jin ji hemû pêkhateyan dixwazin li hemberî şîdeta mêr bêparastin bên hiştin. Ezgî anî ziman ku pandemî bûye firsend û keda jinan hatiye bêqîmetkirin û wiha got: “Bi vîrûs, şert û mercên zehmet jiyana me tehdîd dikin û ji her demê bêhtir  karê malê û lênêrîna zarokan li pişta jinan bar dikin." Ezgî diyar kir ku ew ê di 6'ê Adarê saet 13.30'an de li li dijî van hemû zext û zaroiyan Qdiykoyê bin û bang li jinan kir ku tevli "Hevdîtina Jinan a Mezin" ku dê bê lidarxistin bibin û got ku ew  hemû jinan vedixwînin çalakiyê.