Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê: Divê tecrîd bi dawî bibe 2022-02-18 12:38:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê piştî lêkolîna 2 rojan ên li Tirkiyeyê, destnîşan kir divê CPT hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike.   Her sal heyeteke aştiyê ji bo li Îmraliyê hevdîtinê bi Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan re bike serdana Tirkiyeyê dike. Îsal jî bi amadekariya Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re, Sendîkayên Karker ên Brîtanyayê û Aştî ji Kurdistanê re, mezintirîn Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê lêkolînên dîjîtal ên 2 rojan ên li Tirkiyeyê temam kir. Heyetê hevdîtin bi nûnerên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan, komeleyên girtiyan, malbatên girtiyan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di nav de bi gelek parêzeran re hevdîtin kir.   'Li dijî hiqûqa navneteweyî ye'    Binpêkirinên mafên mirovan ên ku heyetê tespîta wan kir wiha ne:   "*Abdullah Ocalan 23 sal in bi rengekî dijberiya li hiqûqa navneteweyî û peymanên mafên mirovan li Girava Îmraliyê tê girtin. Rejîma tecrîdê ya li Girava Îmraliyê li temamiya sîstema girtîgehan a li Tirkiyeyê bi cih tê anîn. Girtîgehên tecrîdê bi tîpa F têne çêkirin û girtiyên siyasî di nava dîwarên girtîgehê yên heyî de têne tecrîdkirin û pêkanînên dîsîplînê bi rengekî giran li wan têne ferzkirin.   * Di nava van şert û mercan de kiryarên xerab û êşkence li girtiyên siyasî têne kirin û bi rengekî cidî tedawiya tibî ya girtiyên nexweş têne astengkirin.   * Destavêtin, êrişên zayendî û sûcên bi heman rengî ji aliyê cerdevanan, leşker û personelên girtîgehê ve têne kirin û di nava vê sîstemê de kiryar bêceza têne hiştin.   * Li Tirkiyeyê azadiya fikrî nîne û timî zilm li bi hezaran mirovî tê kirin, têne girtin, demeke dirêj bêyî ku bêne darizandin girtî têne hiştin û piştre ji ber sedemên siyasî cezayên giran ên girtîgehê li wan tê birîn. Yên ku ji 'çalakiyên' xwe poşman nabin û 'exlaqa baş' nîşan nadin, cezayê giran li wan tê birîn.   * Mafê parastina qanûnî yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Parêzerên Ocalan ragihandin ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin agahiyê jê bigirin."   'Em bang li CPT'ê dikin...'   Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê, di daxuyaniyê de bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û got: "CPT'ê tebaxa 2020'î ragihand ku 'hepsa hucreyê' ya li Girava Îmraliyê ne ya qebûlkirinê ye û ji bo ev rewş bê sererastkirin divê gav bêyî derengmayinê bêne avêtin. Piştî vê daxuyaniyê rayedarên Tirk tecrîda li ser Abdullah Ocalan girantir kirin. Hikûmeta Tirk hevdîtina malbatê û parêzeran û têkiliya bi rêya telefonê qedexe kir, bi girankirina tecrîdê bersiv da. Em bang li CPT dikin ku daxuyaniyên xwe yên li ser daxwaza ji Tirkiyeyê ya ji bo nîşandana hurmeta li hiqûqa navneteweyî bişopîne û yekser bi Abdullah Ocalan û parêzerên wî re hevdîtinê bike. Ji ber ku rayedarên Tirk guh nadin pêşniyarên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, her wiha ji ber bêdengiya saziyên navneteweyî, neçûna heyeta CPT ji bo Îmraliyê û ji ber nedayina agahiyan li ser rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan, heyet gelekî bi fikar e."   'Dem hatiye ku cîhan bi berpirsiyarî rabe!'   Heyetê, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ku li gel êşkenceya giran a bi salan di aştî û demokrasiyê de israr kir, hîn jî peyama aştî û lihevkirinê dide û wiha hat bi lêv kirin: "Hebûna Abdullah Ocalan li dora maseya danûstandinan ji bo aştiya herêmê nebe nabe. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ên ku ji peymanên navneteweyî yên li ser serweriya hiqûqê û mafên mirovan berpirsyar in; divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe! Dem hatiye ku cîhan bi berpirsyarî rabe!"   Kesayetên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:   "Andrea Kocsondi; Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Sendîkayên Karkeran a Brîtanyayê (GFTU). Barbara Spinelli; Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Cîhanê (ELDH). Christine Blower; Sekretera berê ya Sendîkaya Mamostan a Neteweyî ya Brîtanyayê. Clare Baker; Rayedara Navneteweyî ya Sendîkaya Unite ya Brîtanyayê. Claire Jones; Sekretera Giştî ya Komeleya Xebatên Sendîka ya Brîtanyayê (SUE. Dimitri Roussopoulos; Weşanger, Edîtor, Nivîskar, Ekolojîst û Rêxistinkara Civakî. Doug Nicholls; Lîderê Federasyona Giştî ya Sendîkayên Karker a Brîtanyayê (GFTU). Federico Venturini; Lêkolînerê Zanîngeha Udine ya Îtalyayê. Kariane Westrheim; Profesora Zanîngehên Perwerdeyê ya Zanîngeha Bergenê ya Norwêcê, Seroka Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye. Laura Quagliuolo; Edîtor û Nivîskara Îtalyayî. Mahmoud Patel; Akademîsyen, Hiqûqnas û Aktîvîstê Mafên Mirovan ê ji Efrîkayê Başûr. Margaret Owen Obe; Parêzera Brîtanyayî. Melanie Gingell; Parêzer û Hîndekara Beşa Hiqûqa Mafên Mirovan a Navneteweyî. Radha D’Souza; Profesorê Hiqûqê, Parêzer û Nivîskar. Mamosteyê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Westminster a Brîtanyayê. Şerife Ceren Uysal; Hevsekretera Yekîtiya Parêzeran a Ewropayê ya ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê (ELDH). Shavanah Taj; Sekreterê Giştî yê Kongrya Sendîkaya Karkeran a Gallerê (TUC). Thomas Jeffrey Miley; Mamosteyê Civakînasiyê ya Zanîngeha Cambridge. Ögmundur Jónasson; Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê."