Nobeda Edaletê di roja 347'an de ye: Ev şerma Tirkiyeyê ya hiqûqê ye 2022-02-18 11:41:06     RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê di roja 347'an de didome.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 347'an de berdewam dike. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber acizbûna xwe nikarî were cihê wê, Ferît Şenyaşar didomîne.    17 doza hatine vekirin   Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeta xwe didomînin, pankarta li pişt xwe nîşan da û wiha got: "Em têkoşîna xwe di nav sînorên hiqûqê de didin. Li dijî vê yekê miduriyeta polîsan derbarê dayika min de 13, derbarê min de 4 bi komî 17 doz vekirine."   'Bila êdî edalet were, ev zilm bi dawî bibe'   Ferît, bi lêv kir ku dema ji bo îfadeyê çûn êv bihûqûqî û bêedaletî ji dozger û miduriyeta polîsan re vegotine û wiha axivî: "Dozger û miduriyeta polîsan ji me re dibêjin ‘Hûn mafdar in lê em li gorî fermanên ku ji me re tên tev digerin, ew ne karê me ye. Ji her derê Tirkiyeyê mirov doza me dişopînin. Ev şerma Tirkiyeyê ya hiqûqê ye. Bila êdî edalet were, ev zilm bi dawî bibe."