Kongreya Star: Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bînin 2022-02-18 10:20:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re name şand wiha got:"Banga me ji bo we ew e ku berpirsyartiyên xwe yên exlaqî, mirovî û hiqûqî pêk bînin, li hemberî dewleta tirk a ku di kesayeta rêber birêz Abdullah Ocalan de rûmeta gelê kurd binpê dike, ji bêdengiya xwe derkevin û di rakirina tecrîda li ser wî bibin alîkar û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bînin."   Bi wesîleya salvegera 23'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongreya Star nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re şand.   Di nameyê de wiha tê gotin:   "Komploya Navneteweyî ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan ket sala xwe ya 24'an. Komplo bi çalakiyeke îstîxbaratî ya bigirêk di sala 1999'an de li paytexta Kenya Nairobi pêk hat û bi girtina Birêz Abdullah Ocalan bi encam bû. Xwestin bi vê komployeyê projeya tevgera kurdî û xeta demokratîk li Rojhilata Navîn tune bikin.   Mercên tecrîda giran a ku ji 23 sal in ve li dijî birêz Abdullah Ocalan ve hatiye ferzkirin, binpêkirineke eşkere ji hemû peyman û mîsaqên navneteweyî yên taybet bi mafên mirovan e, di nav de her du peymanên navneteweyî yên mafên sivîl, siyasî, hiqûqa aborî, civakî û çandî binpê dike.   Têkildarî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), diviya bû ku her 3 mehan serdana girtîgeha Îmraliyê bike û raporekê derbarê Birêz Ocalan de biweşanda, lê ev yek nekir. Tê zanîn ku serdana dawî ya ku CPT'ê pêk anî bû, beriya çend salan bû ku bi çavdêriya desthilata tirk de hatibû kirin. Ji wê zêdetir rapora ku CPT'ê amade kiribû nedigihişt asta êşkence, tecrîd û zextên li ser birêz Ocalan ê di girtîgeha takekesî de. Ev yek dide diyarkirin ku CPT erka xwe ya mirovî û hiqûqî baş pêk nayîne.   Parêzerên bi hazarên caran serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan ku hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, lê hemû daxwazên wan hatin redkirin. Ji ber ku dozgerê giştî ji 27'ê Mijdara 2011'an ve nahêle ku Ocalan hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re bike. Dîsa jî zextên giran li ser wî têne meşandin.   Li gorî daneyan, ji 2 hezar û 117 daxwazên hevdîtina bi Ocalan re, hezar û 654 daxwaz hatin redkirinê. Ji sala 1999'an ve heta 2021'ê parêzerên Ocalan hezar û 741 daxwazên hevdîtina bi muwekîlê xwe re pêşkêş kirine. Lê dadgehên Tirkiyeyê bi sedem û hincetên cuda hezar û 303 daxwaz red kirine û 438 erê kirine. Her wiha malbata Abdullah Ocalan ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd  376 daxwaz pêşkêş kirine, 25 daxwaz hatin qebulkirin û 351 hatin redkirin.   Hevdîtina dawî ya bi Ocalan bi rêya telefonê bû ku di navbera 20 û 25 deqeyan dewam kir. Ji dema girtinê ve ev hevdîtin a yekemîn bû, her wiha 81 daxwazên parêzeran ên axaftina bi muwekîlê xwe re hatin redkirin.   Birêz Abdullah Ocalan dîlê şer e. Li gorî benda 4'an Peymana Cenevre 4, siyaseta tecrîdkirina plankirî ku komara Tirkiyeyê li ser Ocalan ferz kiriye li djiî Peymana Cenevre 3, qanûna navneteweyî û mirovî ye, her wiha lihevkirin û biryaraên navneteweyî yên têkildarî danûstandinên bi dîlan re bin pê dike. Li gorî wan qanûn û biryaran, divê li beramberî dîlgirtiyan rêzdarî hebe û ji têkiliyên bi derve re bi taybet bi parêzer û malbatên xwe re bê par neyên hiştin.   Banga me ji bo we ew e ku berpirsyartiyên xwe yên exlaqî, mirovî û hiqûqî pêk bînin, li hemberî dewleta tirk a ku di kesayeta rêber birêz Abdullah Ocalan de rûmeta gelê kurd binpê dike, ji bêdengiya xwe derkevin û di rakirina tecrîda li ser wî bibin alîkar û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk bînin."