MED-DER’ê li bazarê berdilkên bi kurdî belav kir 2022-02-17 17:35:47   AMED - MED-DER’ê di çarçoveya xebatên 21’ê Sibatê ku wê heftiyekê berdewam bike de li bazara jinan etiket û berdilkên ku li ser “Bi Kurdî Dijîm” dinivîsin belav kirin.   Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li ber deriyê Hala Nû kom bûn û li bazara Pêncşemê ya jinên kedkar etîketên Sebze û fêkiyan her wiha berdilkên bazarê yên ku li ser “Bi Kurdî Dijîm” dinivîsin li kedkarên bazarê belavkirin. Endamên Komeleyê ji serê Hala Nû heyanî cihê bazarê meşiyan û beriya belavkirinê jî daxuyanî dan çapemeniyê.   Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî jî têkildarê xebatan bi kurtasî van gotinan anî ziman: “Em di hefteya cejna ziman de ne. Di wê çarçoveyê de jî me xebatên xwe yên heftiyekê îro da destpêkirin. Em îro li bazarê ji bo ku zimanê aboriyê jî bibe zimanê kurdî û zimanê zikmakî etîketên bi kurdî parve bikin. Daxwaza gel jî di vî alî de ye û em jî di xizmeta civakê de xebatên xwe didin meşandin.”   Piştî daxuyaniyê etîket û berdilk li bazarê hatin belavkirin. Jin û mêrên kedkar ên bazarê bi kêfxweşî komê pêşwazî kirin û ji bo xebatê spas kirin.