Rojnameger Zeynep Durgut serbest hat berdan 2022-02-17 16:39:07   ŞIRNEX - Nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut serbest hat berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve hat destpêkirin de, di 14'ê sibatê de di serdegirtina malê de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut bi ters kelepçeyê hat binçavkirin û 4 roj in di binçavan de tê girtin. Piştî sewqê edliyê hat kirin biryara serbestberdanê hat dayîn.    Zeynep a ku 4 roj in li Şaxa TEM'ê ya Cizîrê tê girtin, duh îfadeya wê li emniyetê dest pê kir. Piştî îfadeya duh hat girtin, îro sewqê dozgeriyê kirin. Piştî îfadeyan Zeynep bi şerta kontrola edli û qedexeya derketina li derveyî welat serbest hat berdan.