Komîsyon ji bo Semra Guzel li hev civiya 2022-02-17 15:18:41   ENQERE - Komîsyona Tevlîhev a ji bo rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê Semra Guzel li hev civiya daxwazên derbarê usûlê de red kir. Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî bertek nîşanî vê redkirinê da û ev tişt got: "We bi binpêkirina rêziknameya navxweyî dest pê kir."   Komîsyona Tevlîhev a ji Komîsyona Edaletê û Komîsyona Destûra Bingehîn pêk tê, ji bo du fezlekeyên derbarê rakirina destnêdayîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel de li hev civiya. Parlamenterên HDP'ê yên endamên komîsyonê û gelek parlamenterên HDP'ê yên din tevlî civîna komîsyonê bûn. Di komîsyonê de hat xwestin ku nîqaşa usûlê bê vekirin. Serokê Komîsyonê Yûsûf Beyazit ev daxwaz red kir û dest bi hevdîtinan kir.     Ji ber ku çapamenî ji komîsyonê hat derxistin civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.