Leyla Xalid xwest ku Aysel Tugluk were berdan 2022-02-17 14:46:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Endama ERGF'ê Leyla Xalid ji Aysel Tugluk re peyam şand û got: ''Li gel hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê em hêvî dikin ku hûn azad bibin.''   Endama Polîtbûroya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (ERGF) Leyla Xalid peyma ji siyasetmedara kurd Aysel Tugluk re şand ku teşhîsa demansê li ser hate danîn lê dîsa jî nayê berdan. Peyama Xalid ''Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin'' weşand.   Leyla Xalid di peyama xwe de bang li dewleta Tirk kir ku li gorî dad, mafê mirovan tevbigere û wiha bang kir: ''Aysela delal, em jinên Filistînî, hezkirina xwe ji we re dişînin û piştevanê we ne. Em hêvî dikin di demeke ne dirêj de li gel hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê hûn azad bibin. Bila moralê we geş be. Hûn ê azad bibin.''