Bertekên li hemberî helwesta NY'yê: Berjewendî di ser mafên mirovan re tên girtin 2022-02-17 09:03:55     STENBOL - Hevseroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bêdengiya NY’ê ya li dijî êrîşên TSK’ê ya li hember Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kir û got: “NY di mijara mafê mirovan, demokrasiyê de berpirsyariyê dide welatan lê îro em dibînin ku ev tên piştgûhkirin. Têkiliyên berjewendiyê dikarin derkevin jor nirxên demokrasî û mirovahiyê.”   Balafirên şer yên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) di 1’ê Sibatê de saetên êvarê de bi awayekî hevdem Şengal, Mexmûr û bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hewa ve bombebaran kir. Êrîş hîna jî didomin û yek di 9’ê sibatê de li Amûdê, ya din di 13’yê sibatê de li Eyn Îsa, herî dawî di 15’ê sibatê de li Til Rifet pêk hat. Di encama êrîşan de gele kesî jiyana xwe ji dest. Kampa Penaberan ya Mexmûrê di bin parastina NY’ê de ye. Lê li dijî êrîşan NY bêdenge. Ji ber  bêdengiya NY’ê hat rexnekirin. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolarî helwesta NY’ê rexne kir û wiha ajansa me re axivî.   ‘Desthilatdariyek ji kaosê xwedî dibe heye’   Gulserenê da zanîn ku wek komele bi salane ji bo aştî pêk bê, pevçûn bên sekinandin bang li dewlet û civakê kirine û wiha got: “Lê feraseteke desthilatdariyê ya ji şer û kaosê xwedî dibe heye. Tiştên tên jiyîn xeleta şîdetê ya sînor derbas kiriye. Bi feraseta ku axa welatên din dagir bikin tevdigerin. Ji bo serdestiyê ava bikin şîdetê maf dibînin. Di encama vê şîdetê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest didin jî gotinên nefretê tên bikaranîn. Ji bo kesên hatine qetilkirin dibêjin terorîst. Di kanalên Tirk de dîmenên van êrîşan didin. Kesên temaşe dikin jî dizanin ku sivîl zirarê dibînin. Tevî vê deng ji tu kesî dernayê.”   ‘Helwesta NY’ê ji welatên din cudatir nîne’   Gulserenê daxuyakirin ku, mudaxaleya leşkerî ya welatekî ya li welatên din di alî hiqûqa mafê mirovan a navneteweyî de nikare bê qebûlkirin û wiha dirêjî dayê: “Li wir polîtîkayake dewletê ya ji bo avakirina serdestiyê, kirine jiyanê. Helwesta NY’ê ya li dijî vê rewşê ji welatên din cudatir nîne. Di NY’ê de nokteyên pir girîngî yên ku li ser disekinin hene. Ji bo aştî û demokrasî, mafê mirovan berpirsyariyan dide dewletan. Lê em dibînin ku ev nokte tên piştgûhkirin. Têkiliyên berjewendiyê dikarin derkevin ser nirxên mafê mirovan û demokrasiyê.”   ‘Rêbazek yi dij hiqûqî bû’   Gulserenê destnîşan kir ku Tirkiye ji 2015’an heta niha rêbazek dijhiqûqî bikar tîne û wiha bi lêv kir: “Sala borî Konseya Ewropayê Tirkiye xist bin şopandinê. Di encama vê de  bendewariyên ku wê Tirkiye di vê mijarê de bê cezakirin hebû. Lê ji ber destê Tirkiyeyê di mijara bazarê de xurt bû, ev pêkanîn jî zêde ne pêkan bû.”   ‘Yên pirsgirêkên diafirînin çima çareser bikin’   Gulserenê diyar kir ku êrîşên TSK’ê yên li hember  Mexmûr, Şengal û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encama polîtîka li hember Kurdane û Tirkiye bi awayekî zalimane berê xwe dide kurdan û hemû aliyên din. Gulserenê wiha dawî lê anî: “DAIŞ ji nûve zindî dibe lê kes pêşî li vê nagire. Warê mirovan tên wêrankirin. Kes deng dernaxe. Ev hovîtî li ber çavê hemû kesî pêk tên. Konseya Ewropa, NY karê xwe nakin. Di esasê de yên vê dikin jî ev dewletin. Ji ber vê jî pirsa ‘Çima ev pirsgirêk bê çareserkirin’ jî dertê pêşberî me. Divê civaka navneteweyî li dijî van êrîşan banga tevgerê li NY’ê bike. Ger ew tiştekî nekin, civak dikare bike. Hewcedarî bi pêşxistina tevgerên sivîl hene. Bi vî awayî dikare bi NY’ê şûnde gav bê avêtin. Divê sînorên têkoşînê bên bezandin.”