Vîdeoya ji bo Garibe Gezer: Dê bi salan şûnde bibêjin 'li dijî zilmê serî hilda' 2022-02-17 08:39:08     ENQERE - HDP'ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ji bo Garibe Gezer a jiyana xwe ji dest da video weşand.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo balê bikşîne ser binpêkirina mafan ên zêde bûne, rewşa girtiyên nexweş û mirinê vîdeoyan parve dike. Videoya sêyemîn a vê carê li ser Garibe Gezer a bi awayekî bi guman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, hat parvekirin. Di videoyê de nivîsa "Ez Garibe Gezer. Ew bêjin çi bila bêjin wê navê min 'ji zilmê re serî hilda' bê nivîsandin."   Di vîdeoya ku dîmenên girtîgehê û eywana dadgehê lê cih digirt de herî dawî nivîsa "Deng bidin bila girtîgeh nebin cihê mirinê" cih girt.