Îfadeya nûçegihan Zeynep Durgut hat girtin 2022-02-16 18:35:29   ŞIRNEX - Îfadeya Nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut a ku di 14'ê Sibatê de di serdegirtina malê de hat binçavkirin, hat girtin.  Di dema îfadeyê de bi îfadeyên "şahidên veşartî" xebatên rojnamegeriyê hat pirsîn.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve hat destpêkirin de, di 14'ê Sibatê de di serdegirtina malê de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut hat binçavkirin û îfadeya wê li emniyetê dest pê kir.    Hat hînbûn ku ji Zeynep a ku îfadeya wê li vir hatiye girtin derbarê parvekirinên nûçeyan ên di hesabê medyaya dîjîtal de hatiye pirsîn. Li aliyê din hat diyarkirin ku di dosyeyê de "biryara veşartinê" hîn berdewam dike û ji ber îfadeyên "şahidên veşartî" hatiye binçavkirin. Hat zanîn ku xebatên rojnamegeriya Zeynep bi îfadeyên "şahidên veşartî" hatine pirsîn.   Zeynep a ku îfadeya wê ya polîsan temam bû, li bendê ye ku sibehê ji bo îfadeya li dozgeriyê bibin Edliyeya Şirnexê.