Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 67 roj in didome 2022-02-16 15:33:32   WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê 67 roj in didome. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan serdana nobetê kir û got: "Em ê li derve bibin dengê girtiyan. Em ê polîtîkayên li hemberî girtîgehan tê meşandin teşhîr bikin."   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê hatî destpêkirin 67 roj in didome. Çalakiya ku li dijî binpêkirina mafên girtiyan, betalkirina înfazan û ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş hatî destpêkirin bi serdanan didome. Bavê Botan Tîmûr ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 6 sal in girtiye Kazim Tîmûr û dayika Sînan Karel ê li Girtîgeha Wanê 6 sal in girtiye Zeynep Dayan çalakiya îro domandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan, hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun û rêveberên partiyê serdana nobetê kirin.    Parlamenter Muazzez, di serdanê de axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehan. Muazzez, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtîgeh veguherîne cihê îşkenceyê. Mafên girtiyan tê binpêkirin. Her wiha tecrîd niha li hemû girtîgehan tê domandin. Polîtîkayên tecrîdê ne tenê li hemberî girtiyan li hemberî malbatên girtiyan jî tê domandin. Ev neheqû bi tu awayî nayê qebûlkirin. Niha bi hezaran girtiyên siyasî yên dîl hatî girtin di nav berxwedanê de nin. Em ê li derve bibin dengê wan girtiyan. Guh û çavê me li girtîgehan e. Em ê polîtîkayên li hemberî girtîgehan tê meşandin teşhîr bikin."   Muazez, herî dawiyê bal kişand ser çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Amedê û Îzmîrê û got: "Heke hiqûqeke rasteqîn hebûya îro ev tişt pêknedihatin. Îro bi hezaran kes nedihatin girtin. Li welat ne hiqûq û ne jî edalet heye. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li wan polîtîkayan bînin. Her wiha divê li dijî tecrîd û pêkanîna edaletê her kes bikeve nava hewldanan."