Xwendekarên zanîngehê çûn serdana Nobeda Edaletê 2022-02-16 14:43:50   RIHA - Xwendekarên Zanîngeha Heranê yên çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên ev 345 roj in Nobeda Edaletê digirin wiha gotin:"Em ji bîr nekin ew kulmek in lê em bi milyonan hene. Hûn ê nikaribin daxwaza me ya mafdar biçewisînin."   Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin. Du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Kurê Emîne Şenyaşar Ferît jî bi birîndarî xelas bû. Nobeda ku Emîne û Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 345'emîn de didome. Serdanên ji bo nobedê didomin. Vê carê jî Xwendekarên Zanîngeha Heranê çûn serdana nobetê û dawiza "Heq hiqûq edalet" hilgirtin. Malbata Şenyaşar jî pankarta "Ji bo malbat Şenyaşar ji bo her kesî edalet" vekir.    'Bila edalet pêk were'   Xwendekarê zanîngehê Feridun Çelik ê di serdanê de axivî wiha got:"Hema bêje li her qadên vî welatî qeyranek heye. Milê vê qeyranê yê herî girîng jî bêedaletî ye. Mînaka vêya jî Malbata Şenyaşar e. Wekî ciwanan daxwaza me ew e ku ev bêedaletî bi dawî bibe. Em bawer dikin ku ev yek wê pêk were. Em careke din piştevaniya xwe ya ji bo malbata Şenyaşar diyar dikin û em dibêjin bila edalet pêk were."   Ji xwendekaran Senem Eriş jî wiha got:"Em wekî xwendekarên zanîngehê bûn şopdarê vê dozê û me piştgirî dayê. Em ji bîr nekin ew kulmek in lê em bi milyonan hene. Hûn ê nikaribin daxwaza me ya mafdar biçewisînin."   Xwendekar bi berzkirina dirûşmên "Heq hiqûq edalet" û "Malbat Şenyaşar ne bi tenê ye" ji cihê nobedê veqetiyan.