3 saziyan ji bo îşkenceya hatiye kirin serlêdana sûc kirin 2022-02-16 14:30:23   AMED - Heyeta ji sê saziyan pêk tê li dijî zext û îşkenceya li 3'yemîn Girtîgeha Tîpa T  a Amedê tên kirin serlêdana sûc kirin.    Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê têkildarî îşkence, gef û tundiya ku li Girtîgeha Amedê ya Jimara 3'yan a Tîpa T'yê li girtiyan hatiye kirin, daxuyanî dan û gilî kirin ku berpirsiyar werin cezakirin.    Saziyan beriya gilî bikin li ber avahiya Dadgeha Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn û gelek parêzer amade bûn.    Endamê OHD'ê parêzer Şemdîn Şahîn daxuyanî xwend û bi bîr xist têkilî binpêkirina mafan gelek kesan serî li wan dane, bi heft girtiyan re hevdîtin kirine û girtiyan ji wan re gotine, gardiyan îşkenceyê, tehdê û dijûn li wan dikin. Şemdîn destnîşan kir ku ew ê jî giliyê wan berpirsiyaran bikin ku sûcê îşkenceyê, tehdê û dijûnan dikin.