Nobeda Edaletê di roja 345'an de ye: Em ê serî ji zilmê re netewînin 2022-02-16 12:33:38     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ev 345 roj in Nobeda Edaletê ya li ber Deriyê Edliyeya Rihayê didomînin li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev peyam parve kirin:"Em ê serî ji zilmê re netewînin."   Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin. Du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Kurê Emîne Şenyaşar Ferît jî bi birîndarî xelas bû. Nobeda ku Emîne û Ferît Şenyaşar ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 345'emîn de didome.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek parve kir û wiha got: "Kesê li milê rastê walî ye. Bang li geştyaran dike û ji bo serdana destpêka dîrokê anku Girê Miraza, wan vedixwîne vî bajarê qedîm. Kesê li rexê çepê jî serdozger e ku li pêşiya Edliyeya Rihayê dîrokê dinivîse. Tûrîstên ku dixwazin şahidiya dîrokê bikin, tên ber deriyê edliyeyê. Em ê li ber zilmê serê xwe netewînin."