ATK'ê rapoara xwe derbarê Aysel Tugluk de aşkera kir! 2022-02-15 20:27:21   NAVENDA NÛÇEYAN - ATK'ê rapora xwe ya nû ya derbarê Aysel Tugluk de aşkera kir û careke din got "Dikare di girtîgehê de bimîne."   Rapara derbarê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya Demansê ku di 1'ê Sibatê de sewkî Saziya Tipa Edlî hat kirin û heta 4'ê Sibatê di bin çavdêriyê de hat hiştin qediya. Saziya Tipa Edlî (ATK) careke din rapora xwe ya derbarê Aysel Tugluk de ku rewşa tendirustiya wê her diçe giran dibe de aşkera kir û got, "Dikare di girtîgehê de bimîne."