Şengalî li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan 2022-02-15 19:12:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan welatiyên Şengalê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan û gotin, “Kes nikare Roja me tarî bike.”   Li dijî komploya 15’ê Sibata 1999’an a ku li  dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat  bi sedan welatiyên Şengalê, bi dirûşma “Em ê Komploya 15’ê Sibatê têk binin û xweseriya Şengalê misoger bikin” meşiyan.   Meşa ku bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê  pêkhat, ji ser rêya sereke ku derbasî Komalgeha Dugurê dibe, heta Korîdora Mirovî ya ku di sala 2014’ an ji aliyê şervan ve hatibû vekirin û êzidî ji qikirinê xilas kirin dewam kir. Di meşa  ku bi sedan, kes tevî nûnerê sazî û rêxistinên Şengalê, jin û ciwan  beşdarî bûn, bê navber li ber strana Çerxa Şoreşê dirûşmên,“Kes nikare Roja me tarî bike”, “Bê Serok jiyan naba” û “Bi can bi xwîn em tere ne  hey serok” hatin berzkirin.   Piştî meş gihîşta  Korîdora Mirovî  daxuyanî hate dayîn.   Li ser navê Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî ya axaftin kir, şehîdên Tevgara Azadiya Kurditanê bi bîr anîn û diyar kir ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan naskirin û got: “Di kesayetiya Rêber Apo de xwestin tevahiya mirovahiyê bikin hedef. Komploya 15’ê Sibatê fermana 2014’an û peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê ji hev neq ut in. Heman kesên biryara fermana Şengalê dan biryara komlploya li ser Rêbertiyê jî dan.”