Li Ewropayê jinan bi kincên reş komplo şermezar kir 2022-02-15 18:47:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li paytexta Norwêcê Oslo, li bajarê Toulouse ê başûrê Fransayê û li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.   Li gelek bajarên welatên Ewropa kompoloya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hate şermezarkirin.   Norwêç   Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osloyê ve li Payitekxtê Norvec Osloyê hat organîzekirin  saet di 10.00‘an de li Qada Karkeran dest pê kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Osloyê Ayşe Yûce û Nûnerê PJAK'ê yê Norwêcê Şêrzad Çiya komploya navneteweyî ya di sala 1999'an de pêk hat û hêzên tevlî komployê bûne şermezar kirin.   Di çalakiyê de ji bo PKK ji nava listeya “rêxistinên terorîst“ were derxistin îmze hatin komkirin.   Fransa   Bi heman armancê li bajarê Toulouse ê Fransa jî standa îmzeyan hate vekirin û komplo hate şermezarkirin.  Di çalakiya standê de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî hatin dayîn, jinên beşdarî çalakiyê bûn bi cilên reş 15’ê Sibatê şermezar kirin.   Swîsre   Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê pêşangehek li ser paradîgmaya azadiya Rêberê PKK'ê hate vekirin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan û rêxistinên ciwanan TCŞ û Teko-JIN, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û fikrên wî yên li ser jin, demokrasî û azadiya ekolojîk li qada Staûffacherê hatin pêşandan.   Çalakgeran da xuyakirin ku ew dixwazin ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe, raya giştî ava bikin.   Elmanya   Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi boneya 23‘yemîn salvegera dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gelê Kurd weke "roja reş" pêşwazî kir, standa agahdarkirinê hat vekirin. Di çalakiya standê de belavokên têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û belavokên polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk vedibêjin hatin belavkirin. Di standa ku tê de pirtûk û broşurên jiyana  Abdullah Ocalan jî hebûn 3 saetan dom kir.   Kurdistaniyên li Frankfûrt û Offenbach dijîn serdana standê kirin û îmze hatin komkirin.