Dadgehê biryara astengkirina malpera Xwebûnê betal kir 2022-02-15 17:12:12   NAVENDA NÛÇEYAN - 3'yemîn Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Enqerê, biryara astengkirina Rojnameya Xwebûnê betal kir û biryar da ku malper careke din li ser heman navnîşanê weşana xwe bidomîne.    Di 28’ê çileyê de Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya Tirkiyeyê malpera rojnameya me Xwebûnê “www.xwebun.org” ji weşanê re asteng kiribû. Piştre jî Duyemîn Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Enqerê, di 30'ê çileyê de biryara girtina navnîşana “www.xwebun.org” dabû. Parêzerê Rojnameya Xwebûnê Resûl Tamûr, di 4'ê sibatê de de serî li 3’yemîn ya Silha Cezayê ya Enqerê da û biryarê îttiraz kiribû.    Li gorî nûçeya ku Rojnameya Xwebûnê derbas kiriye, 3'yemîn Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Enqerê, di 8'ê sibatê de serlêdana Parêzerê wan Resûl Tamûr qebûl kiriye û biryara astengkirinê rojnameyê betal kiriye. Dadgehê, destnîşan kiriye ku ji ber derbarê naveroka nûçeyan de rapora pispor nehatiye girtin û kontrola pêwist nehatiye kirin û biryar daye ku 2'yemîn Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Enqerê biryara xwe ya girtina navnîşana rojnameyê rake û biryar ji Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya Tirkiyeyê bê şandin.    Bi vê biryarê wê Rojnameya Xwebûnê careke din bikaribe li ser navnîşana xwe ya  “www.xwebun.org” weşana xwe bidomîne.