Rojnameger Zeynep Durgut bi parêzerê xwe re hevdîtin kir 2022-02-15 17:10:51   ŞIRNEX - Rojnameger Zeynep Durgut ku duh hat binçakirin, bi parêzerê xwe ve hevdîtin pêk anî.    Ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve lêpirsîna ku hat destpêkirin de duh di serdegirtina malan de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, hat binçakirin. Piştî 24 saet qedexeya hevdîtina parêzer qediya, Zeynep bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk anî.    Parêzer anî ziman ku tendûristiya Zeynebê baş e û got ku îfedaya wê hîn nehatiye girtin. Parêzer her wiha destnîşan kir ku ji ber dosyeyê de "Biryara veşartinê" heye têkildarî sûcdariyê de tu agahî negirtiye û bi lêv kir ku bendê ne sibê îfadeya wê bê girtin.