ÎHD’a Îzmîrê serdana 'Nobeta Edaletê' kir 2022-02-15 17:06:15       ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Îzmîrê li Baroya Îzmîrê didome. Komîsyona Gîrtîgehan a ÎHD'ê serdana nobetê kir û bal kişand ser rewşa girtiyan.    Piştî li Amed û Wanê li Îzmîrê jî çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbatên Girtiyan hat destpêkirin. Çalakî li Baroya Îzmîrê 3 roj in didome. Malbatên girtiyan li dijî binpêkirina mafan û betalkirina înfazan dest bi çalakiyan kir. Endamên Komîsyona Girtîgehan Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê serdana nobetê kirin.    Berdevkê komîsyonê Ahmet Çîçek di serdanê de axivî bal kişand ser şert û mercên girtîgehan. Ahmet, di axaftina xwe de li ser Saziya Tiba Edlî rawestiya û rewşa Yusuf Bekmezcî ê 83 salî û siyasetmedar Aysel Tugluk da.   Hanim Sever a ku tevlî çalakiyê bû diyar kir ku girtiyên nexweş wek dîlgirtî ne û got: "Em dibêjin kî dibe bila bibe bila serbest bê berdan. Em tenê aştiyê daxwaz dikin. Bila êdî dayikên girtiyan rondikan nebarînin. Cudakarî tê kirin û neheqî tê kirin. Divê dayikên hemû girtiyan bên tevlî çalakiyan bibin. Em ê ji bo çareseriyê serî li her saziyê bidin. Em bimrin jî û bijîn jî em ê li vir bin."