Şêniyên Helebê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin 2022-02-15 17:04:48   HELEB - Li dijî komploya navneweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat şêniyên li Taxa Şexmeqsûdê meş li dar xistin.    Bi munasebeta 23'yemîn salvegera komploya navneweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat şêniyên li Taxa Şexmeqsûdê meş li dar xistin. Meşa ku ji Hola Civanan dest pê kir piştre veguherî mîtîngê.    Li ser navê Însiyatîfa Komîteya Rêber Ocalan Emîne Xidro axivî. Emîneyê da zanîn ku kesek nikare girêdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gel ji hev qut bike û got:"Wê tu carî gelê kurd dev ji têkoşîna ji bo azdkirina Rêberê xwe bernede."