Bi sedan kes li dijî komploya navneteweyî li Deriyê Çiyê civiyan 2022-02-15 16:56:48   AMED - Bi sedan HDP’yî ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê komploya navneteweyî li Deriyê Çiyê kom bûn. Bi sedan polîsên ku qad dorpêç kiribûn jî xwestin ji daxuyaniyê re bibin asteng. Parlementerên HDP’ê daxuyanî dan û astengî jî şermezar kirin. Ebrû Gunay got dîmenê îro nîşaneya tecrîd û komploya 23 sal in berdewam dike ye.   Di 23’yemîn salvegera komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest li meydana Deriyê Çiyê daxuyaniyê bidin. Li gel parlementerên HDP’ê Ebrû Gunay, Remziye Tosun, Dersîm Dag, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçiyer, hevserokên HDP’ê yên bajarê Amedê Zeyad Ceylan, Gulîstan Atasoy, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Bi sedan polîsên ku ji saetên serê sibehê ve navçeya Sûrê û meydana Deriyê Çiyê xistine nava dorpêçê xwestin bibin asteng. Parlementerên HDP’ê daxuyanî dan û astengiya polîsan jî şermezar kirin.   Çalakîyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ dest pê kir   Bi kombûna çalekvanan re polîsan cuda cuda kom xistin bin ablûkayê. Bi ablûkayê re dirûşmên “Bi can Bi xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok”,“Hûn nikarin me bixin” hatin berzkirin. Kesê dirûşm berz kirin hatin binçavkirin. Lê belê dîsa jî kes bêdeng neman û dirûşmên xwe berz kirin.    ‘Ji bilindbûna dengê aştiyê ditirsin’   Di daxuyaniyê de ji Ebrû Gunay axivî û got: “Em ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî kom bûn. Lewra weke hûn dibînin bi sedan hevalên me, her yek li cihekî di bin ablûka û tecrîdê de ye. Ev dîmen nîşaneya tecrîd û komploya 23 salane berdewam dike ye. Em sedemê vê yekê baş dizanin. Ji ber ku îqtidara AKP’ê û hevkarê wê yê biçûk MHP li dijî çareseriya pirsgirêka kurd berteka xwe vekirî nîşan kirine. Ji ber ku ew li dijî aştiyê bi xwîn û qetlîaman xwe têr dikin. Îro jî bi heman hişmendiyê kolanên Amedê di bin dagirkirina polîsan de ye. Tenê ji bo ku ew girseya polîsan xuya neke jî bi me re bazarê dikin. Ji ber ku ditirsin dengê aştiyê bilind bibe. Heya ku tecrîd bişkê, aştî were vê axê em ê têbikoşin.”