MKGP'ê binçavkirina rojnameger Zeynep Durgut şermezar kir 2022-02-15 16:24:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, derbarê binçavkirina nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bangewaziya serbestberdana Zeynebê kir.    Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), derbarê binçavkirina nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çapemeniya azad di her şert û mercan de li hemberî zext û zordariyê li ber xwe da. Îqtîdara AKP-MHP'ê, rojname, malperên nûçeyan û televîzyonan wek amûra xwe bikartîne û li hemberî çapemeniya azad a ku hewl dide di her şert û mercan de rastiyan ragihîne astengiyan derdixe. Derfetên rojnamegeriyê ji holê radikin. Herî zêde jî rojnamegerên jin bi wan zextan re rûbirû dimînin.   Di salvegera 15'ê Sibatê ya dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de kurd carek din hedef hat girtin û di çarçoveya operasyonan de nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut di 14'ê sibatê de li Şirnexê hat binçavkirin. Dest danîn ser meteryalên Zeynebê.    Îqtîtar bi zext û binçavkirinan nikare rê li ber me bigire. Em wek Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, bang dikin ku em dev jî nivîsandina rastiyan bernadin, em ê rastiyan ji gel re ragihînin. Em paşve gav navêjin. Em dixwazin di serî de hevala me Zeynep Durgut û bi dehan kesên ku hatine binçavkirin serbest bên berdan."