Feleknas Uca: Çima di tecrîdê de israr dikin? 2022-02-15 15:15:40     ENQERE - Derbarê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca pêşnûmepirseke nivîskî da Meclîsê û got: "Çima di tecrîdê de israr dikin? Ji bo bidawîkirina îşkence û nêzikatiya xerab heta niha çi gav hatine avêtin?"   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hat binçavkirin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag bibersivîne, bi van rojevên navbihûrî pêşnûmepirseke nivîskî da Serokatiyê Meclisê. Dê pêşnûmeyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên tecrîdê de dimîne û Tirkiye jî bi vê sepanê, hiqûq û peymanên neteweyî û navneteweyî binpê dike.    Di pêşnûmepirsê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan dixwaze pirsgirêka kurd bi rêyên gûftûgo û muzakereyan çareser bike. Bi domdarî jî hat gotin ku Abdullah Ocalan ev 23 sal in di nava şert û mercên tecrîdê de tê girtin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Di dema pêvajoya çareseriyê de hem hikûmeta AKP’ê bi xwe û hem jî saziyên dewletê qebûl kirin ku Ocalan ji bo çareseriyeke demokratîk a siyasî, kesayetekî girîng e. Dema em li axaftinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên di van demên dawî de dinihêrin, dibînin ku navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e.”    Feleknas, di pêşnûmepirsê de destnîşan kir ku mafê hevdîtinê yê malbat û parêzerên Abdullah Ocalan tê binpêkirin û hemû alavên peywendiyên bi derve hatine qutkirin. Feleknas da zanîn ku di şert û mercên heyî de îzolasyona heyî êdî derketiye asta nêzikatiya xerab û îşkenceyê. Feleknas got ku bi qedexekirina hevdîtinan re hem hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî tê binpêkirin.    Di berdewamê de Feleknas raporên CPT’yê bi bîr xist ku tê de pêşniyara başkirina şert û mercên Abdullah û rakirina qedexeya hevdîtinê tê kirin û ev tişt anî ziman: “Di 24’ê çileya 2019’an de jî Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) jî Tirkiye hişyar kir ku li gorî raporên CPT’yê tevbigere. Her wiha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî da zanîn ku mafê Ocalan ê berdana bişert heye û heke ne wisa be, Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.”    Di vê çarçoveyê de Feleknasê ev pirs kirin:    “* Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di her axaftina xwe de Îmraliyê wek navnîşan nîşan dide. Tevî ku birêz Abdullah Ocalan gotibû dikare pirsgirêka kurd di nava hefteyekî de çareser bike, gelo çima tecrîda girankirî tê sepandin? Çima di tecrîdê de israr dikin ku li pêşiya aştiya civakî astangî ye?   * Ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, bingeha xwe ya hiqûqî ji ku digire? Hem di hiqûqa navxweyî û hem jî di peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê îmze kirine de tecrîd weke îşkence tê destnîşankirin. Gelo dê ji bo rakirina vê tecrîdê hewldaneke we çêbibe?    * Mafê Abdullah Ocalan heye ku bi şert were berdan û bi neberdana wî re Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tê binpêkirin. Ji bo berdana Abdullah Ocalan, gelo xebateke we ya amadekirina bingeheke hiqûqî heye?    * Tirkiye endamê MPKE’yê ye û di metna wê ya biryarê de ji bo birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bang tê kirin. Gelo hûn dê guh bidin vê bangê û li gorî wê sererastkirinên hiqûqî bikin?    * Weke ku di biryarên pêşniyarê yên rapora CPT’yê de hatiye destnîşankirin, gelo ji bo ku birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikarin mafên xwe yên peywendî û hevdîtinê bi kar bînin, dê gavek bê avêtin an na? Têkildarî hevdîtinên malbat û parêzeran a li Îmraliyê, gelo dê agahiyên mehane bidin CPT’yê yan na?    * CPT’yê di raporên xwe de tespît kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê nêzikatiya xerab û îşkence heye. Û bang li Tirkiyeyê kir ku dawî li van sepanên xwe bîne. Gelo Tirkiyeyê bi van hişyariyan kir an na? Ji bo bidawîkirina îşkence û nêzikatiya xerab heta niha çi gav hatine avêtin? Gelo derheqê kesên îşkence li girtiyan kirin û nêzikatiyeke xerab nîşan dayîn de heta niha lêpirsînek hatiye vekirin?”