Komploya 15'ê Sibatê li Botanê hat şermezarkirin 2022-02-15 14:20:20   ŞIRNEX - Têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêxistina HDP’ê ya Silopiyê daxuyaniyek da komploya 15'ê Sibatê şermezar kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiya Şirnexê, derbarê 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ber avahiya xwe daxuyaniyê da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîtê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, aştiyê ava bikin” hat vekirin û daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Silopiyê Yakup Taniş ve hat xwendin.   ‘Divê di demek nêz de tecrîda li Îmraliyê bê rakirin’   Yakup, komployê şermezar kir û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê di demek nêz de tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ji bo pirsgirêka çareseriya kurd bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ger ku bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin dê wê demê pêşiya mûzakere û demokrasiyê bê vekirin. Di demên dawiyê de ji birêz Ocalan re cezayê  disîplînê tên birîn. Lê belê ev ne ceza ye. Ev îşkence û dijminatiye tê kirin. Ji ber şert û mercên tecrîda giran em ji tendûristiya birêz Ocalan bi fikarin. Divê gelê li ber xwe bide û bêhiqûqiya li Îmraliyê rabikin. Li dijî tecrîdê berxwedana me dê tim berdewam bike.”   ‘Em dev ji têkoşînê bernadin’   Parlamenter Nuran Îmîr jî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got ku Gelê Kurd di rojên tarî de ye û wiha domand: “Beriya 23 salan di keseyatiya birêz Ocalan de li hemberî Gelê Kurd û daxwaza azadiyê komployek navneteweyî hat pêkanîn. Birêz Ocalan temînata aştî û azadiya vê welatê ye. Îro aştiya vê welatê di xeteriyê de ye. Hêzên navneteweyî naxwazin ku pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn de bê çareser kirin. Dixwazin di navbera gelên kurd û tirka de fesadiyê ava bikin û dixwazin pêşeroja vê welatî tarî bikin. Bi sekna birêz Ocalan û Gelê Kurd ev komlo vala hat derxistin. Lê belê em dibînin ku ev komplo îro hîn berdewam dike. Ev komplo bi rûyek cuda xwe nîşanê cihanê da. Bi komployê tecrîdek giran tê meşandin. Ev tecrîda ku li ser Birêz Ocalan hatiye ferzkirin di heman demê de ji bo têkilî qût bibin û alozî çêbibin. Ji ber vê yekê divê tecrît bê şikandin. Ji bo jiyanek aştiyane û demokrasî divê ev tecrît bê rakirin. Em wek jin xwedî pêşeroj û azadiya xwe derdikevin. Heta Birêz Ocalan azad nebe em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.