Endama SES'ê Ferda Aytek Toz jiyana xwe ji dest da 2022-02-15 13:13:40   AMED - Endama SES'ê Ferda Aytek Toz ji ber nexweşiya ALS'ê jiyana xwe ji dest da.    Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê (SES) Ferda Aytek Toz ji ber nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) jiyana xwe ji dest da.   Ferda ya ku di 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Biryarê de (KHK) ji pîşeya xwe hat îxrackirin di serî de di qada sendîkayê de di qada jinê de xebat dan meşandin. Wê cenazeyê Ferdayê îro li Goristana Yenikoyê bê definkirin.