Li gelek bajaran serdegirtinên malan 2022-02-15 13:03:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed Mêrdîn, Erzirom, Rihayê, Dîlok, Çewlîk û Stenbolê polisan bi ser malan de girt. Di encama serdegirtanan de bi dehan kes hatin binçavkirin.   Wekî her sal îsal jî beriya salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li hemberê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li gelek bajaran duh ve gelek kes hatin binçavkirin. Li Amed Mêrdîn, Erzirom, Rihayê, Stenbol, Dîlok û Çewlîkê, polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kir.    Amed   Li navçeya Hezroyê, polisan bi ser mala welatiyê bi navê Mesûr Çagiran de girt. Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin de polisan Mesûr binçav kirine û wî birine Miduriyeta Polisan a Mêrdînê.    Her wiha hat hînbûn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de Ozlem Ozartaç û Halîde Hasanoglû jî ji bo îfadeyê hatine vexwendin.    Dîsa hat diyarkirin ku duh bi şev li Amedê 27 ciwan bi îxbarên kesên nediyar nediyar hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Amedê. Navê kesên ku endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî di nav de ev in: Buşra Yenturk, Fatma Onkol, Diyar Sîncar, Nûrûllah Ozgun, Ahmet Ateş, Haşîm Atman, Mazlûm Kardaş, Baver Demîrtaş, Agît Kezer, Hadî Sagir, Ferhat Baytaş, Kerem Senîm, Mehmet Emîn Guçlu, Faysal Kadar, Mûrat Başer, Şîrvan Kaya, Veysel Demîrtaş, Cemal Dag, Agît Satiç, Nûrettîn Çelîktemel, Alî Şeker, Mehmet Noyan, Mahmût El Mûhammed, Zana Sancar, Veysî Erol, Dogan Alptekîn û Fûat Yalçon.    Mêrdîn    Li Nisêbîna Mêrdînê polîsan serê sibê bi ser malan de girt û Mehmet Akçîn û Ferhat Akçîn ên ciwan hatin binçavkirin. Li gundê Ewîna û Quzerî ên bi ser navçeya Stewra Mêrdînê leşkeran avêt ser malan û piştî lêgerînê 5 welatî binçav kirin.    Her wiha di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh danê sibehê polîsan li navçeya Qoser a Mêrdînê jî avêtine ser hin malan. Di avêtina ser malan de aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacîre Tanirgan û du kesên navên wan nehatin hînbûn jî hatine binçavkirin û ew anîne Amedê.    Riha   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Welatiyên ji Sûriyê jî di nav de 15 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Hatgotin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Hat diyarkirin ku biryara sînordarkirinê li ser dosyeyê heye.    Navê hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Faysal Yilmaz, Ahmet Kuş, Bozan Kuş, Hasan Eşîyok, Ahmet Baz û Mustafa Baz.   Erzirom   Li navçeyên Gogsî û Tatosa Erziromê serdegirtina malan pêk hat. Di encama serdegirtinan de 8 kes hatin binçavkirin. Karayazı ve Tekman ilçelerinde yapılan ev baskınlarında en az 8 kişi gözaltına alındı. Li Gogsiyê Bedrettîn Kamiş, Medenî Bîlîz, Şakîr Bîlîz, Raşît Karabakan, Melîk Altay û li Tatosê jî Ferhat Turan, Rehber Ozyalçin, Nasir Kullî û kesekî ku navê vê nehat zanîn hatin binçavkirin û her wiha kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê.    Her wiha li Stenbol, Dîlok û Çewlîkê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes girt binçavan.