TJA: Em ê bi hêz û yekitiya xwe komployê vala derxînin 2022-02-15 12:45:41   NAVENDAN NÛÇEYAN -Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 15'ê Sibata 1999'an ya beriya bi 23 salan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.       TJA'yê derbarê Komploya 15' ê Sibatê de daxuyaniya nivîskî da û ev bang li jinên kurd û gel kir, "Bi têkoşîna xwe em ê tecrîdê bi dawî bikin û bi yekitiya xwe em ê komployê vala derxînin."   Êrîş pêngavên komploya ku tê rojevîkirin in"   TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rêberê PKK'ê Birêz Oclana ji 15'ê Sibata 1999'an de li Îmraliyê dibin tecrîdê de ye û berdewam kir, "Brêz Ocalan ji roja ewl de ev komplo ferq kiriye û li hemberî vê têkoşîneke mezin daye. Tecrîd îro jî li Girtîgeha Îmraliyê berdewam dike. Ev tecrîd îro jî xwe bi  Êrîşên li dijî qadên jiyanê yên Gelê Kurd dide der, bi êrîşên komploya dijminane ya li dijî şoreşa Şengal, Mexmûr û Rojava tê meşandin. Tecrît li dijî çareseriyê helwesteke navneteweyî ye. Hêzên faşîst ên AKP-MHP’ê li ser navê hêzên komploger vê polîtîkayê dimeşînin û kûr dikin."   Berdewama daxuyaniyê wiha ye:    "Erka CPT'ê ew e ku îşkenceyê asteng bike. Lê ev pêkanîna dijmirovî 23 sale hem li Îmraliyê û li ser hemû girtiyên li zindananan tê berdewamkirin. Di serî de CPT divê hemû saziyên navneteweyî li dijî tecrîda ku li Îmralî û li ser hemû girtiyan tê meşandin bikevin tevgerê.  Em careke din wekî jin Komploya 15'ê Sibatê ku li pişt wê hêzên tarî hene şermezar dikin .Di serî de rêhevalên me yên li ziandanan li hemû qadên jiyanê em jin û gel li dijî tecrîdê di têkoşînê de ne .Ev dengê li dijî tecrîdê ku ji zindanan bilind dibe li dijî bêedaletî û bêhiqûqiyê ye.   Banga girtiyan banga azadiyê ye   Banga girtiyên siyasî banga azadiyê ye, banga edaletê ye. Guhdarîkirina vî dengî tiştekî wijdanî û exlaqî ye.  Em careke din hemû polîtîkayên êrîşkar û lîstikên li dijî pêşeroja gelên me tên meşandin şermezar dikin û diyar dikin ku em ê li ser vê bingehê têkoşînê mezin bikin. Em jin dibêjin 'rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe' Bi azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan re wê jin bi Kurdan û gelên Rojhilata Navîn re hevdîtinê pêk bînin. Em bang li hemû civak û parêzvanên mafan dikin ku ji bo rakirina tecrîda dijmirovî careke din erka xwe bi cih bînin. Em bang li jinên kurd û gelê xwe dikin ku ku mezinkirina têkoşîna xwe tecrîd û komployê vala derxînin."