KNK: Ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê tifaqbûnê saxlemtir bikin 2022-02-15 10:28:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 23'yan a komploya navneteweyî de KNK’ê daxuyaniyek da û got: "Dostên Gelê Kurd, di asta navneteweyî de bi navê ‘Dem dema azadiyê ye’ kampanyayek mezin ji bo azadiya birêz Ocalan dane despêkirin, em weke KNK piştgiriyê didin û bang li gel û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku piştgirî bidin vê kampanyayê."   Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera 23’yan a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di sala 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek da.   Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:   “15’ê Sibata 1999’an bêdadiyeke mezin hate kirin. Li milekê mezinekî Xelkê Kurdistanê û serokê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan, li milê dî dewleta dagirker Tirkiye û dewletên tifaqdar yên wê li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikênin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û ne jî exlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, huqûq, dad û dadyariyê, ji bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin.   Gelek bêbextane teslîmî Tirkiyeyê kirin    Tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistan û heta Rûsyayê û Îsraîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û exlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin.   Zindana Îmraliyê kir qadeke têkoşînê   Amanca komployê ew bû ku Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, tesfiye bikin. Pêvajoya piştî komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Li hêviyê bûn ku PKK ya ku pêşengiya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav bibe, an jî qet nebe gelek lawaz bibe. Di dema van 23 salan da çi hêvî dikirin tam berovajî encam derkete meydanê. Birêz Ocalan di zindanê de li ber xwe da û zindana Îmraliyê jî kir qadeke têkoşînê. Li aliyê din Tevgera Azadiyê û hemî gelê Kurdistanê, di van 23 salana de berxwedaneke bêhempa nîşan dan û komplo pûç kirin.   Dijminatiya li hemberî Kurdistaniyan didome    Herçend komploger negiştibin amanca xwe jî, lê ji dev êriş û dek û dolabên xwe jî bernedane. Niha jî dewleta Tirk, bi hemî awayî dijmintiya gelê Kurdistanê dike û êrişên xwe berdewam dike. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her weha li Başûr, Rojava û rojhilatê Kurdistanê jî dijminatiya kurdan dike. Di warê navneteweyî da hewl dide ku kurd neyêne naskirin û êrişê hemî destketên kurdan dike. Komplo bi awayekî din berdewame û divê Kurdistanî û dostên xwe, vê rastiyê bibînin û gorî vê rastiyê tedbîran bigrin û tekoşînê bilind bikin.   Kampanyaya 'Dem dema azadiyê'   Li ser komploya 15’ê Sibatê re 23 sal derbas bûne. Birêz Abdullah Ocalan heta niha jî girtiye û di bin tecrîdekî giran de ye. Ev e ji salekî zêdetire, dostên Gelê Kurd, di asta navneteweyî de bi navê ‘Dem dema azadiyê ye’ kampanyayek mezin ji bo azadiya birêz Ocalan dane despêkirin û bi berfirehî dimeşînin. Em weke KNK jî kampanya azadiya Birêz Ocalan destek dikin û bang li gel û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku ew jî piştgirî bidin vê kampanyayê.   Em hevalbendên neyaran şermezar dikin   KNK di salvegera komploya 15’ê Sibatê de careke dî bang li hemû Kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yekîtiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin.   Beşdarî çalakiyan bibin...   KNK her weha bang li hemû Kurdistaniyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15’ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.”