Berteka girtiyan a li dijî komployê: Dê sala 2022'yan bibe sala azadiyê 2022-02-15 10:00:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ku têkildarî salvegera 15'ê Sibatê komploya navneteweyî daxuyanî weşandin wiha gotin:"Dê sala 2022'yan bibe sala azadiyê."   Girtiyên PKK û PAJK'ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kirin ku "Wê sala 24'emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêber Apo. Ji bo vî tiştî jî em ê girtî di her şertan de li ber xwe bidin. Em bawer dikin wê partiya me PKK û gelê me, vê salê bikin berxwedaneke pêngavî û têkoşînê."   Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê derbarê salvegera 23'yemîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:   "Îro salvegera 23'yemîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Esareta li ser Rêbertî sala 23'yemîn qedand û dikeve sala 24'emîn.   Di 9'ê Cotmeha 1998'an de hêzên komployî li hemberî Sûriyeyê bi zextên leşkerî û psîkolojîk, li ser Rêbertî ferz kirin ku bila ew bi darê zorê ji Sûriyeyê derkeve.   Hedefa pêşîn a komployê îmhakirina fîzîkî ya Rêbertî bû. Lê helwesta polîtîk û berxwedana Rêbertî ya ku komplo pûç kir, pêşiya îmhayê girt. Komplo hate pûçkirin.   Di navbera 9'ê Cotmeha 1998'an û 15'ê Sibata 1999'an de Rêbertî navbera Atîna, Moskova, Roma û dîsa Moskova û Tacikistanê û herî dawîn jî ji Girava Korfû ya Yewnanistanê revandin Naîrobiyê ya ku paytexta Kenyayê bû. Di warê berxwedan û helwestê de jî ji bo eşkerekirina lîstikên qirêj ên ku hêzên komployî jî hiqûqa xwe datînin cihekî, daneyên gelekî girîng pêşkêşî me dike. Hinek aliyên wê eşkere bibin jî hê jî hinek aliyên wê hene ku baş ronî nebûye. Heta ku hemû arşîvên dewletê yan jî ya îstîxbarata komplogeran neyê vekirin, wê zehmet be ku rastî derkeve holê. Bi saya ku xebatên ku Rêbertî di şertên esaretê de kir, armanc û hedefa komplogeran û aliyê wê yê polîtîk û dîrokî ronî bûye.   Diyar e ku wê di demên pêş de êriş zêde bibin û ji bo pûçkirina van êrişan jî divê xeta rêxistinkirin, berxwedan û têkoşînê were bilindkirin. Dema helwestên pêngavî hatiye. Tecrîd mutleq a ku 7 sal in li ser Rêbertî didome têkiliya xwe bi plana çokdanînê ya dijmin heye. Ji bo ku diyarkeriya Rêbertî ya di warên fikr û berxwedana gelê kurd de ji holê rakin, tecrîdeke mutleq tê pêkanîn. Dijmin bi van gavan him dixwaze Rêbertî di warê manewî de têk bibe û him jî PKK di serî de dixwaze gelê kurd bêalî bihêle û hêviya wê bi hêsanî bişkîne. Lê dijmin hê jî PKK, rastiya Rêbertî nas nekiriye.   Rêbertî 23 sal in di bin esareta dijmin de ye û 24 saetên wî dişopînin. Dibe ku heta niha derbarê Rêbertî bi hezaran rûpel analîz kirine. Qaşo dixwazin qelsiyên wî bibînin û ji wir êriş bikin. Lê ew dûrî fêmkirina Rêbertî ne. Ji ber ku Rêberî awayê hebûna civakî ya kurdan a bi deh hezaran salan e.   Me bi vî ruhî li ber xwe da, em ê berxwedana xwe geştir bikin, tevî gelê xwe tecrîdê bişkînin, azadiya Rêbertî pêk bînin. Em bawer in wê sala 24'emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêbertî, ya gelê me û ya hemûyan. Danheva têkoşîna me ya nêzî 50 salan di sala 24'emîn a esaretê de dibe ku ji nişka ve bibe serfirazî. Di sala 24'emîn a esaretê de jî mirov dikare bibêje wê dijmin pêngavên xwe yên dawîn jî bike. Lê em girtî ji vî tiştî bawer dikin wê sala 24'emîn a esaretê bibe sala azadiya Rêbertî. Ji bo vî tiştî jî em ê girtî di her şertan de li ber xwe bidin. Em bawer dikin wê partiya me PKK û gelê me, vê salê bikin berxwedaneke pêngavî û têkoşînê. Di qonaxa dawîn a pêngava 'Dem dema azadiyê ye' em bawer in em ê bi fîzîkî jî bi Rêbertî, heval û gelê xwe re kom bibin."