Li girtiyên bi salên dirêj di girtîgehê de ne poşmanî tê ferzkirin 2022-02-15 09:02:28     Sema Çaglak   AMED - Fahrîye Ceylan 30 sal e girtî ye û ji qedandina cezayê wê re mehek maye. Ji bo Fahriye neyê berdan niha jî poşmanî lê tê ferzkirin. Hevjîna Ramazan Tanrivêrdî yê girtî Hanim Tanriverdî jî got ku hevjînê wê yê 30 sale di girtîgehê de ye û niha jî cezayê dîsîplînê daninê. Malbatên girtiyan bertek nîşanî rewşa xizmên wan dijîn dan.    Tecrîda ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî girankirin bandora xwe li ser hemû girtîgehan dike. Girtîgeh niha bûne îşkencexane û hemû mafên girtiyan hatine binpêkirin. Girtî wan binpêkirinan ji malbatên xwe re radigihînin û banga hestiyariyê dikin. Sultan Ceylan a 71 salî ku li Bismîla Amedê dijî, du keçên wê girtî ne. Keça wê Fahriye Ceylan (45), di sala 1992’yan de hat girtin û gelek caran hat sirgunkirin. Fahriye 11 sal in jî li Girtîgeha Alanyayê ye. Keça wê ya din Aliye Soyer (41) jî ev 4 sal in li Girtîgeha Jinan a Amedê tê girtin. Sultan, destnîşan kir ku mehek maye cezayê keça wê Fahrîye, biqede û anî ziman ku niha jî poşmanî lê tê ferzkirin. Hevjîna Ramazan Tanri vêrdî yê girtî Hanim Tanriverdî jî got ku hevjînê wê yê 30 sale di girtîgehê de ye niha jî 2 sal û nîv cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.   ‘10 sal in keça xwe nabînim’   Sultan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwaze êdî bila bi malbatên girtiyan êşê nedin kişandin û girtiyan serbest berdin. Sultan, wiha berdewam kir: “Girtiyên sîyasî bi salan e bêsûc û bê sebep emrê xwe li zindanan derbas dikin. Me gelek caran daxwazname ji rayedaran re şand ku keça min bînin girtîgeheke nêzî me. Lê hemû daxwaznameyên me bêbersîv man. Temenê min mezin e û gelek nexweşiyên min ên giran hene. 10 sal in ez nikarim keça xwe bibînin. Ez dixwazim ku êdî dawî li vê zilmê bînin û keça min serbest berdin. Hevdîtin heqê min û heqê keça min e. Keça min hê zarok bû hate girtin û li zindanê mezin bû.”    'Poşmanî lê tê ferzkirin'   Sultanê,  diyar kir ku wan daxwazname şandiye ku keça wê bê berdan û anî ziman ku  mehek cezayê keça wê maye. Sultanê got ku niha jî li keça wê poşmanî tê ferzkirin û wiha berteka xdwe anî ziman "Jixwe keça min 30 sal in di zindanê maye. Heke poşman bibûya çima wê ewqas sala li zindanê di bin zilma de bimaniya. Ew tişta ku dikin zilm û neheqî ye. keça min jî li ser rewşê axivî û ragihand ku ew ne poşman e û ew zilmê qebûl nake. Em tim ji ber rewşa wan di nav fikaran de ne. Keça min a din Aliye jî li Amedê girtî ye û du zarokên wê ligel min in. Zarokên Aliye gelek xema dayika xwe dikin û hertim lê dipirsin. Ez dixwazim herdu keçên min jî serbest werin berdan.”   ‘Ji ber ku lêgerîna hûrgilî qebûl nekirin cezayê dîsîplînê birîn’   Ramazan Tanriverdî jî 30 sal in girtiye li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Amedê tê girtin. Hevjina Ramazan, Xanim Tanriverdî diyar kir ku li hevjinê wê  2 sal û nîv cezayê dîsîplînê hatiye birîn û got: “ Hevjînê min di pêvajoya girtina xwe de sirgûnê gelek girtîgehan kirin. Her wiha nexweşînên wî jî hene. Em dixwazin bi taybet girtiyên nexweş ên giran û girtiyên ku infaza wan hatiye şewitandin bên berdan.  Hevjînê min 30 salî di zindanê de maye niha jî 2 sal û nîv jî cezayê dîsîplînê danê. Gelek caran bi ser qawîşên wan de hatiye girtin û lêgerîna hûrgilî li wan hatiye ferzkirin. Ji bo ku lêgerîn qebûl nekirine ji hevjînê min û hevalên wî re cezayê dîsîplînê hatiye dayîn. Em vê zilmê û bêhiqûqîyê qebûl nakin û bang dikin ku bila demildest girtî serbest bên berdan.”