ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-15 09:00:00     * Siyasetmedarên kurd ên jin komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke roja reş bi nav kirin û gotin: "Dîrok wê hemû hevkarên komloyê bi navekî qirêj bi bîr bîne. Di 15'ê Sibatê de gelê kurd bi serhildanek mezin bersivek xurt da. Em dizanin ji ber ku komplo bi ser neket bi rêbaza tecrîdê berdewam dikin. Lê bila baş were zanîn wê her êriş û komplo bi xwe re serhildaneke nû biafirînin." DÎMEN HEYE   *Fahrîye Ceylan 30 sal e girtî ye û ji qedandina cezayê wê re mehek maye. Ji bo Fahriye neyê berdan niha jî poşmanî lê tê ferzkirin. Hevjîna Ramazan Tanrivêrdî yê girtî Hanim Tanriverdî jî got ku hevjînê wê yê 30 sale di girtîgehê de ye û niha jî cezayê dîsîplînê daninê. Malbatên girtiyan bertek nîşanî rewşa xizmên wan dijîn dan.  DÎMEN HEYE   *"Ger ku em hemû di wê bawerî û fikrê de ne ku “Bê serok jiyan na be” ew dem em bi rih û hişmendiyê şerê gel ê şoreşgerî berpirsartiyên xwe yên dîrokî xwedî derbikevin. Êdî em di her qadên jiyanê de seferbertiyê îlan bikin û bi wê rihê tevbigerin. Êdî nabe ku em azadiya fizikî ya Rêber Apo teloq bikin." JI PÊNÛSA JINÊ   *Parlamentera berê ya HDP’ê Tugba Hezer, hewldana betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a HDP’î nirxand û got ew ne biyariyên pêvajoya der barê Semra Guzel in û wiha hewlesta muxalefetê rexne kir: “Gelo bi dubarekirina polîtîkayên şaş yên rejîma Erdogan wê Tirkiyeyê demokratîk bikin.” BI DÎMEN    *Siyasetmedarên jin diyar kirin ku divê girtiyên nexweş û Aysel Tugluk bê berdan û her wiha gotin heta neyên berdan wê têkoşîna wan bidome. BI DÎMEN    *Sal 27'ê Mijdara 1991'ê ye û em li Şamê li qatê dehan in. Rêbertî xwest wê şevê em bi hev re xwarinê bixwin. 24 demjimêran em di heman malê de ne. Lê Rêbertî her tim dixebite. Em hertim nikarin wî bibînin û dema wî nîne ku hertim bi me re xwarinê bixwe. Encex rojekê taybet hevalên nû werin. Wekî gelek hewcedariyên jiyanê yên kesanî, mîna peywirekê pêk tîne. Bi qasî ji destê wî tê kêm dema xwe dide. JI PÊNÛSA JINÊ   *Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt ku bi dehan carî tevlî çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû, şîdet dît û doz lê hat vekirin wiha vegot: “Ez bawer dikim ku wê sala 2022’an bibe sala azadiya serokatî û  zarokên me. Wê serokatî azad bibe û em ê wî hembêz bikin.” BI DÎMEN   * Jinên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtine dan zanîn ku ew dixwazin car din Rêberê xwe bibînin û wiha gotin: "Piştî me Rêber Apo dît, azwerî, hêz û vîna me mezintir bûn." BI DÎMEN