Yek jî 'Keçên Dêrsîmê yên Winda' Fatma Îçîn jiyana xwe ji dest da 2022-02-14 16:10:38   DÊRSIM - Yek ji “Keçên Dêrsimê yên Winda” Fatma Îçîn, jiyana xwe ji dest da.    Yek ji “Keçên Dêrsimê yên Winda” Fatma Îçîn, di dema Komkujiya Dêrsimê ya di salên 1937-1938’an de 10 salî bû. Di komkujiyê de pora Fatma Îçîn tê jêkirin û didin efserekî. Fatma Îçîn di 95 saliya xwe de li navçeya Kexta ya Semsûrê jiyana xwe ji dest da. Fatma, di pirtûka Nezahat Gundogan û Kazim Gundogan a bi navê “Keçên Winda yên Dêrsimê - Tertele Çeneku” û di belgefîlma bi heman navî de cih girtibû.      Fatma, dema ku di qirkirinê de ji koka xwe tê veqetandin hêj 10 salî bû. Pora wê jê kirin û dan efserekî. Piştî bi salan hat zewicandin, zarokên wê çêbûn û ew zarok mezin bûn. Kul û derdên xwe ji wan re vegot û ji bo ku dîsa li koka rast bê, bû rêwiya Dêrsimê. Lê kesek nedît. Bi kefeka axê ji Dêrsimê vegeriya Kextayê û got: "Heke ez rojekê mirim, vê axê li ser gora min bireşînin."