Kevana Zêrîn a Rojava komploya 15'ê Sibatê şermezar kir 2022-02-14 15:25:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Çandê ya Jinan a Kevana Zêrîn Komploya Navneteweyî ya li hemberê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Dem dema azadiyê ye û heta em rêbertiya xwe ji aliyê fîzîkî ve azad nekin, em nasekinin.”   Tevgera Çandê ya Jinan a Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û diyar kir ku bi saya perspektîfên Abdullah Ocalan komploger negihaştin armancên xwe.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêzên komploger nekarîn serkeftina Rêber Ocalan bişikînin û lê polîtîkayeke giran a tecrîd û îşkenceyê lê Ocalan ferz kirin. Ev berxwedan me xurttir dike û nîşanî me dide ku divê em li ser perspektîfên Rêbertî bimeşin.   15’ê Sibata 1999'an komployek navneteweyî li dijî birêz Abdullah Ocalan pêk hat ku wek rêberê gelan di dilê wan de ji xwe re cih dîtiye. Rêbertiya me nehişt komplo bigihêje armanca xwe. Netewedewletên ku bi komployê re negihaştin armanca xwe, niha li hev dicivin da ku tecrîd û îşkenceyên li ser rêbertî ku tu carî serî li ber wan netewandiye, ferz bikin.   Perspektîfên ji aliyê rêbertî ve hatin pêşxistin, têra xwe xurt in ku bi hezaran salan têra gelan bikin. Berxwedana Rêbertiya me, me bihêztir dike û hê zelaltir nîşanî me dide ku divê em li gorî perspektîfên wî bimeşin.   Di demekê de ku çand û vîna jinan hatibû tepisandin, jinên ku rêya rêbertî dişopand, hêzeke ji milyonan pêk tê, derxist holê. Em xebatkarên çandê diyar dikin ku em ê li ser rêya Rêbertiya me bi pêş ve biçin û em ê bi xebatên çandî û hunerî tecrîda li ser rêbertî bişikînin û rêbertiya xwe azad bikin.    Em wek Tevgera Çandê ya Jinan a Kevana Zêrîn em Komploya Navneteweyî şermezar dikin û dibêjin dem dema azadiyê ye. Heta em rêbertiya xwe ji aliyê fîzîkî ve azad nekin, em nasekinin.”